Cîgirê berê yê Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê Hîşam Merwa tekez kir ku, rêjîma Esed ti nermahî pêşan nedaye derbarê giftûgoyên Cenêvê, lê ew xwe dide aliyekî di rêya rijdbûna şanda wê di gera berê de derbarê nederbasbûna di giftûgoyên rasterast de, û tenê prosêsa danûstandina(Sûrî-Sûrî) wek ku ew dibêje pêşkêş dike, û redkirina rûniştina bi hin kesayetiyan re, û ne pêşkêşkirina bersivan ji belgenameya De Mistura re, lê ji aliyê xwe ve, Dijberiyê helwestên erênî dane di rêya pabendbûna wê bi operasyona siyasê li gor biryarên Cenêvê.
Merwa destnîşan kir ku rêjîma Esed hewil dide ku li derdora xwestekên veguhestina siyasî bizîvire, di rêya pênasînên cuda cuda re ku bê naverok û wateyên rasteqîn ne.
Merwa ragihandina Esed ji erêkirina belgenameya De Mistura re wekû hewildana revê ji isthiqaqên veguhestina siyasî re wesif kir, û diyar kir ku tiştê Esed pêşkêş dike ne nermahî ye di helwesta wî de bi qasî ku reve yan vedîzîne.
Merwa dakokî li ser wê yekê kir ku eger gengeşe li ser veguhestina siyasî nebe, wê giftûgo bê sûde bin, û diyar kir ku gera ku şanderê navnetewî De Mistura bo çend peytextan dike; armanc jê ew e birek e ji bo biserxistina veguhestina siyasî ya ku hemû li ser yeknerînin, jibilî rêjîma Esed, û destnîşan kir ku ev gav di giftûgoyan de sereke ye, û bê wê nabe di avakirina Desteyeke Desthilatê ya veguhêz bi deshilatên temam, û ne “Hikûmeteke pînekirî“ ku Beşar Esed wê teklîf bike, piştî ku tenê çend kesayetiyên dijber li gor kêfa xwe lê zêde bike.
Merwa tekezî li ser wê yekê kir ku divê çi kesê ku destê wî di kuştina welatiyên Sûriyê yên bê guneh de hebe ji qonaxa veguhestina siyasî bê dûrxistin.
Cîgirê berê yê Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê baweriya xwe anî ziman ku Sûriya paşerojê dê bibe nimûneyek ku hemû gelê zemînê sûdê di çawaniya veguhestina siyasî jê werbigrin.
Jêder: Hevbendî+ Rojnameya El-Beyan