Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes El’ebide, tekezî li ser piransîpên şoreşê yên girêdayî bi yekparçebûna Sûriyê bi xak û gelê wê ve kir, û tekez kir ku cihê Bişar Esed ne di qonaxa veguhêz û nejî di paşeroja Sûriyê de nîne, herwiha ew ê kar li ser avakirina sîstemeke siyasî ya dadperwer û sivîl û firealî û demokratîk bo hemû hemwelatiyan bikin.
El’ebide di daxuyaniyeke taybet de got ku her piroseyeke veguhêz û her veguhestina siyasî, ji bo çûna qonaxeke pêştir; pêwîst e bi helbijartinên azad bidawî bibe, û amaje kir ku tevî paşmayên rêjîma Esed alaveke wan ê helbijartinan heye ku bi dirêjahiya 40 salan bidest werdigirin, lê kadiro û çalakvanên şoreşê dikarin vî alavê dem biserçûyî têk bibin, û tekez kir ku biryara dawiyê ya miletê Sûriyê ye, yê ku ticarî bikuj û eşkencedarê xwe yên ku tawankarî di derheq wî de pêk anîne helnabijêre.
Jêder: Hevbendî