Enes Ele’bide, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tekezî li ser giringiya karê Hikûmeta Demkî di dema niha de kir, ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkên li navçeyên rizgarkirî, nemaze di rewşa mirovî ya zehmet de, ku rêjîma Esed astengiyan têxe di riya xweşkirina wê de.
Duhî bi şev li bajarê Xazî Entabê û di hevdîtinekê de di navbera heryek ji serokê Hevbendiyê û serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb, digel nûnerên dostên gelê Sûriyê yên pêwendîdar bi dubare-avakirin û geşepêdana abûrî, ji bona piştgiriya karê hikûmeta demkî, Heryek ji Ele’bide û Ebû Heteb sipasiya dewletên alîkariya darayî dikin kirin li ser piştgiriya gel û penaber û koçberên Sûriyê.
Ebû Heteb, di hevdîtinê de, kurtiyek li ser pirogramê karê hikûmetê û wezaret û encûmenên dadwerî û hînkirin û saxlemiyê pêşkêş kir, herwiha cext li ser giringiya guhdana kartê saxlemî û xwendinê kir, û daxwaza dubare-avakirinê û dabînkirina derfetên kar ji dewletên bexişkar kir.
Ebû Heteb bal kişand ku Rûsiya hêjî berdewam e di bombebarankirina bazargehên gelêrî li Idlibê û kuştina zarok û jin û sivîlan, û hişyarî da li ser berdewamiya armanckirina sivîlan, û herwiha amaje kir ku giringe firokên Hevpeymaniyê hişyar bin li hember vê yekê.
Û got: “pêwîst e civaka navdewletî kar li ser qedexekirina bombebarana bêserûber ya li ser sivîlan bike “, û diyar kir ku hikûmeta demkî wê zemîneke aramiyê ji karê Opozisyona Sûriyê re dabîn bike, û wê kar ji bo piştgiriya gelê Sûriyê û avakirina kadiroyan bike.
Jêder: Hevbendî