Thursday, June 12, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

El’ebide: Heleb Tê Qirkirin Û Dareya Tê Birçîkirin Û Ji Niha Û Pêde Bêdengî Û Tenê Behîdarî Nayên Qebûlkirin

July 12, 2016
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 6 mins read
A A
El’ebide: Heleb Tê Qirkirin Û Dareya Tê Birçîkirin Û Ji Niha Û Pêde Bêdengî Û Tenê Behîdarî Nayên Qebûlkirin

Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, daxwaza girêdana civînek awarte ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî û her weha Komkara Erebî kir, ji bo xwendina sedemên cêbicênekirina biryarên navdewletî û şermezarkirina dagîrkariya Îranê û Rûsiya ji xaka Sûriyê re, û got ku: “dîtir pêwîst e dostên Sûriyê dest ji bangewaziyan berdin û divê kar bikin ji bona hilgirtina berpirsyaretiyên xwe yên siyasî û yasayî û rewştkarî, û bi tu awayî û di bin bandora çi mercan de peywendiyên normal bi wan dagîrkeran re nema bikin”.

û îro roja sêşemê Hevbendiya Niştimanî, kongirekî rojnamevanî li Stembolê, der barê pêşhatên dawiyê lidar xist, û têde El’ebide got ku “êdî bêdengî û bitenê hêviyên sersaxiyê ji bira û dostan nayê qebûlkirin“.

Dîsa got: pêwîst e Encûmena Ewlekariyê ” şopandina çarenivîsa biryarên xwe yên sebaret Sûriyê bike, herwiha sedemên cêbicênekirina wan û destnîşankirina aliyê redkirin û binpêkirina wan kiriye, û ku hêjî pabendiya bi wan red dike, û rê digire li pêş veguhestina siyasî û dirustkirina desteyeka hikumraniya veguhêz ya bi tavaya desthilatan bê hebûna Bişar Esed û desteka wî “.

El’ebide got ku pêwîst e, Komkara Erebî di serdema serokatiya xwe ya nû de ” destpêşxeriyekê pêşkêş bike da ku li tenişta miletê Sûriyê di vê bobilata wî de raweste, û pêwîst e civîneke Encûmena Wezîrên wê lidar bikeve ji bona pirotistokirina dagîrkariya Rûsiya û Îranê ji axa Sûriyê re û binpêkirina serweriya Sûriyê, herwiha tevlîkirina destên xwe di kuştina xelkê Sûriyê de, û daxwazkirina derxistina hemû milisên biyanî û rêxistinên terorîst“.

Herwiha tekez kir ku êdî ji dostên gelê Sûriyê tê xwestin dev ji bangewaziyan berdin û ji bona bicihkirina berpirsyaretî û erkên xwe yên siyasî û yasayî û rewştkarî bixebitin, û amaje kir ku pêwîst e “bi bersingirtina tawanên rêjîmê rabin, û herwiha bi baykotkirina wê û qotkirina têkiliyan pêre dibin her nîrekî de û li ser hemû astan, û pêwîst e şerê li dijî terorê nebe behaneyek bo avakirina têkiliyan bi rêjîmê re, ku ew baş dizanin ku ev rêjîm bi xwe xudanker û hembêzkerê terorê ye, û gel û şoreşa Sûriyê qurbaniyên vê yekê ne“.

El’ebide got ku: “dagîrkar û paşmayên rêjîma tawankar, bi hovîtiyeke bêhempa, bi oparesyona li dijî Heleb û Dareya û bajar û bajarokên din radibin, bi armanckirina gelê Sûriyê yê azadîxwaz yê li sala 2011 an dest bi şoreşa xwe kiriye û hêjî bergiriyê di ber azadiya xwe de bi hemû şiyanên berdest dike, li hember hewlên wêrankirina şaristaniya welatê ku berî hezarên salan elfba ji cîhanê re pêşkêş kiriye“.

Ele,bide bal kişand ku şermek mezine dema dibînin di sedsaliya 21 an de, bajarekî dîroka wî digihêje heşt hezar sal, tête wêran kirin bi ser serê xelkê wî de, û rojane bi 200 êrîşên bi bermîlên teqîner bête bombebarankirin û kesek deng neke, û got ku: “herwiha şermiyeke ji wan aliyan re yên bi hilgirtina rewştên azadî û dad û dîmokrasiyê radibin, lê hevdem bêdeng dimînin li hember kuştina zarokên Sûriyê bi vî şêweyê hovane û xwînewî“.

El’ebide pirsyar kir, çawa xelkê Dareya bi qehremanî û xwerageriya xwe û bi diruşma aştiya şoreşa xwe bi salan di bin birçîbûn û dorpêçkirinê de dihêlin, û kes bi hawara wan ve naçe? Paşî bi bêdengî xweliyê davêjin ser biryarên encûmena ewlekariyê, û nahêlin xwarin û derman ji xelkê dorpêçkirî û birçî re derbas bibe?.

Herwiha tekez kir ku Heleb bi hovîtî tê wêrankirin û Dareya tê dorpêçkirin û birçîkirin, û bal kişand ku ev yek mînak in ji her bajarekî Sûriyê re, ku xelkê wan têne kuştin û şaristaniya bajêr tê wêrankirin, û her bajarokê dorpêçkirî xwarin li ser xelkê wî tê qedexekirin!.

Dîsa li biryarên Encûmena Ewlekariyê pirsî, nemaze biryara 2254 ya tekest dike li ser rawestina bilez ji kuştinê re û rakirina dorpêçkirinê, û derbaskirina alîkariyan û serbestberdana girtiyan, û pirsyara kar û bizavên dostên gelê Sûriyê kir yên ji bona rawestandina kuştin û wêrankariyê, û herwiha pirsyara derencamên Viyêna û Miyonix û Parîs û Jinêv kir ku hêjî hibra wan ziwa nebûye.

Herwiha bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî ya zimanhalê gelê Sûriyê, dibîne ku hîç behaneyek nîne ji qedexekirina çekên coreyî ji artêşa azad û hêzên wê yên şerker re, bi taybetî çekên dijî firokan, di dema ku rojane 90% ji xelkên tên kuştin, bi êrîşên esmanî û bi bermîlên teqîner yên ji firokan ne.

El’ebide di kongirê rojnamevanî de bal kişand ku hîç behaneyek nîne ji redkirina avakirina navçeyên parastî re ji aliyê rêveberiya Amerîka ve, ji bona parastina zarok û jinên Sûriyê ji bombebarankirina hovane ku xwendingeh û nexweşxane û navendên xizmetguzariyê bi xwe ve digire.

Herwiha bêzariya xwe diyar kir li hember dijberiya rêxistina DAÎŞ ya terorîst bitenê, ya ku dijminkariya gelê Sûriyê dike, di dema ku dihêlin hin rêxistinên terorîst mîna Hizbulaha terorîst û pasdarên Îranê û rêxistina Ebû Elfedil û Elzeynebiyûn û Elfatimiyon yên terorîst Sûriyê xirab û wêran bikin û bi çavdêriyek fermî ji rêjîma xwînmij.

El’ebide cext li ser xemsariya civaka navdewletî û rêveberiya Amerîka kir, li hember rawestandina tawankariya rêjîma Esed û hevalbendên wê, ku ev yek bû delîve bo peydanebûna seqayekî guncayî bo serxistina danustandinên Jinêv, û ev yek bû sedema bêhodebûna wê û dûrxistina çareseriya siyasî, tevî ku ev yek daxwaza xelkê Sûriyê û şoreşa wê ya aştîyane bû her ji destpêkê ve.

Amaje kir ku pabendbûn bi piroseya aştiyê pêwîstiya wê bi peydakirina hemû binyatên serxistinê heye, û di pêşiyê de pêwîstiya wê bi rawestandina kuştin û bombebarankirin û rakirina dorpêçkirinê û serbestberdana hemû girtiyan heye.

Herwiha carek din pêgiriya Hevbendiya Niştimanî bi piransîpên şoreşê dupat kir, û kar ji bona dirustkirina Sûryayeke nû bê zordarî û tawankarî û dûr ji gendeliyê tekez kir, Sûriyayek bo tevaya xelk û pêkhateyên wê bê cudahî û dûrxistin û perawêzkirin.

Jêder: Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Serokê ENKS’ê der barê Workşopa Li Jinêv Digel Nûnerayetiya Herêma Kurdistanê Dicive

Serokê ENKS'ê der barê Workşopa Li Jinêv Digel Nûnerayetiya Herêma Kurdistanê Dicive

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.