Îbrahîm Biro, Serokê ENKS’ê roja sêşemê 12/7/2016 û piştî vegera şanda kurdî ya beşdar di workşopa Jinêv de, digel nûnerayetiya ENKS’ê ya Herêma Kurdistanê civiya, û Biro di civînê de tekez kir ku di baredoxên Sûriyê yên niha de û li bin sîbera raman û pirojeyên têne pêşiniyarkirin derbarê paşeroja Sûriyê û avakirina wê ligor sîstemek demokratîk û federal, û gengeşekirina reşnivîs û piransîpên destûrî yên li ser vê yekê, û şêwazê guncayî li Sûriyê bête pêkanîn, û ew piroje wê bo nivîsîngeha karubarên yasayî ya ENKS’ê bête pêşkêşkirin, ji bona xwendin û pêşkêşkirina wê ji ENKS’ê re.
Herwiha Serokê ENKS’ê diyar kir ku armanca şanda ENKS’ê ew e, zengînkirina tişta gengeşe li ser bûyî û pêşniyarkirina wê ji Opozisyona Sûriyê re bi giştî û ji Hevbendiya Niştimanî re ya ku ENKS’ê yek ji pêkhateyên wê ye bi taybetî, û ENKS dibîne ku yekîtiya welat û mafên pêkhateyên civaka Sûriyê, di sîstema demokratîk ya federal de misoger dibin.
Jêder: Hevbendî