Emîdarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Ebilîlah Alfehed tekez kir ku”viyana miletê Sûrî xwe ji nû ve feriz kiriye û êdî nûnerên miletê Sûrî li ser desthilata Sûrî ya demkî ya nû lihev kirin”, tevlî “êrîşa tund û wêranker ko Rêjîma Esed û hevalbendên wê li dijî miletê Sûrî bikar tînin, û tevli rewşa aloz ya ko siyaseta navdewletî li ser gelê Sûriyê feriz dike”.
Û Alfehed diyar kir ku Desthilata Sûrî ya nû piştî lihevkirineke Hevbendiya Niştimanî ya bêhempa”dê karê xwe digel miletê Sûrî li ser xaka welat dest pê bike. Ji aliyê berpirsiyarî û erkan wek ko tête xwestin û wek ko miletê Sûrî dixwaze li ser tevaya xaka Sûriyê dê ew wezîrên vê Desthilatê bin”.
Û Emîndarê Giştî got:” Eger çendî erk pir bin jî, destpêkirin bi cîbicîkirina wan digel planeke birêkûpêk ew pêngaveka garantiya rêka serkeftinê ye”, û bi xurtî tekez kir ku desthilata demkî ya nû bi plana kar li ser xakê û pirên baweriyê bi diristî datîne û hem li ser desthilatdariya dad û karê dezgehî sûr e, bi amanca pêşkêşkirina xizmetkariyên tirazûkirî ko dahatiyên darayî yên giştî rêkxistin bike û jêderên darayî yên xwemal biafirîne.
Û Alfehed daxwaza hevkarî û yekkirina bizavên xwe ji bo kar digel desthilata Sûrî ya demkî kir, da xizmeta hemû miletê Sûrî bike û alîkariyê di misogerkirina amancên me di qonaxên kurt û orte û dirêj de bike.
Jêder: Hevbendî