Duhî firokên Rûsiya yên şer êrîşî kampeka penaberên Sûriyê li ser sînorê Ordinê kirin, û ligor gotina hin çalakvanên navçeyê, deh kes têde hatin kuştin û di nav kuştiyan de hin zarok hebûn û herwiha bi dehan kesên din hatin birîndarkirin.
Wan çalakvanan gotin ku çend firokan ji ezmanên pir biilind êrîşî kampa “Hedlat” kirin, ku bi sedan jin û zarok têde li ser sînorê Sûriyê digel Ordinê asê mane.
Ku hejmarek mezin ji xelkê Dêrazorê yên revyayî piştî kontirolkirina piraniya bajêr ji aliyê rêxistina DAÎŞ’ê di kampê de dijîn.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, ev êrîşên berdewam yên Rûsiya û rêjîma Esed li ser kampên penaberan şermezar kir.
Ku Tora Sûrî ya mafên mirov ji aliyê xwe ve û di raporta xwe de nêzîkî 243 rûdanên destdirêjiya hêzên Rûsiya li ser cihên zindî dîkoment kirine, ji wan armanckirina 5 kampên penaberên Sûriyan di navbera 30’ê êlûna 2015 an de û heta destpêka vekişandina beşekî ji hêzên Rûsiya li sipêdehiya 15’ê adara 2016 an.
Herwiha 51 navendên pizîşkî û 57 navendên jêrxana bajêrvaniyê û 52 xwendingeh û 50 navendên olî û 25 taxên nişteciyan û 2 navendên rewşenbîrî, û 5 kampên penaberan û 1 ji nîşanên mirovî yên taybet ji aliyê firokên Rûsiya hatine bombebarankirin.
Jêder: Hevbendî + wekalat