Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê, Enes Ele’bide, di civînekê de digel Hikûmeta demkî li bajarê Xazî Entabê, bi amadebûna hejmarek ji endamên desteya siyasî ya Hevbendiyê, tekezî li ser giringiya karakirina rola wezaret û rêveberiyên Hikûmeta Sûriyê ya demkî, ligor xwestek û pêdawistiyên gel li navçeyên rizgarkirî kir.
Herwiha Ele’bide li karbidestên hikûmetê guhdarî kir, derbarê kar û erkên Hikûmetê di dema bûrî de, û Serokê Hevbendiyê daxwaz ji wezîran kir ku rêkar û mîkanizmên nû peyda bikin ji bona pêşkêşkirina xizmetgozariyên zêdetir di navçeyên rizgarkirî de, û zêdekirina pirojeyên geşepêdanê di hemû waran de, nemaze di biwarê xizmetgozarî û saxlemî û xwendinê de, herwiha di kertê bergiriya bajêrvanî de, hevdem destxweşî li rola wan ya mezin kir ji bona zehmetkêşanên wan di xizmetkirin û rizgarkirina giyanên hemwelatiyên ku rastî êrîşên hovane dibûn, ji aliyê hêzên rêjîma Esed ya tawankar û mîlîşên tayîfeperist yên terorîst.
Hêjayî gotinê ye ku heryek ji wezîrê kargeriya naxweyî Husên Hac Bekrî û wezîrê saxlemiyê Wecîh Cûmu’a û wezîrê kar Ebulrezaq Husên tevî endamên desteya siyasî heryek ji Mîşêl Kîlo û Nûra Elemî û Ûsama Tilco amadebûn di civînê de.
Jêder: Hevbendî