Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Eke’bide û şanda ligel ligel berpirsa karubarê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropî Fîdrîka Mogirînî îro li danê sibê li baregeha komsyona Ewropî li Biroksil kom bû.
Di hevdîtinê de bêhtir behsa komelkujiya kîmyayî ya li Xan Şîxon û helwesta pêwîst derbarê peyketin û dadgehkirina berpirsyarên komelkujiyê hate kirin, herwiha behsa kar ji bo standina biryarekê di encûmena asayîşê de di bin benda heftan de kirin.
Herdu aliyan tawana hovane ya ku bû sedema jidestdana giyanê 100 kesî û birîndarbûna 400 kesên din şermezar kir, û Mogirînî bal kişand ku Yekîtiya Ewropî wê hewl bide ji bo alîkariyê bide lêkolînên niha dibin ji bo zanîna berpirsên vê êrîşê û dadgehkirina wan.
Herwiha di hevdîtinê de ji aliyê herdu aliyan lênêrîn û stratîjiya Yekîtiya Ewropî ya ji bo piştgiriya doza Sûrî gengeşe kirin, û ji wan gengeşekirina karê ligel opozisyonê û tevî hikûmeta demkî ya Sûriyê bû, û perepêdana pirojeyên wê yên xizmetgozarî yên ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyên sereke bo xelkê û peydakirina ewlehî û seqamgeriyê.
Û aliyê Ewropî ji aliyê xwe ve tekezî kir li ser berdewamiya piştgiriya mirovî ji Sûriyê re û herwiha piştgiriya dezgehan û diyaloga civakî ya xwecihî û avakirina şiyanên wan.
Herwiha berêz Ele’bide wê êvarî demjimêr (17:00 bi katê Biroksil), ligel komîta ewlehî û siyasetê ya ser bi Yekîtiya Ewropî ve bicive, ji bo temamkirina gotubêjên taybet li ser rola Yekîtiyê di kêşeya Sûrî de li ser herdu astên siyasî û mirovî, û wê hevdîtin li baregeha encûmena Yekîtiyê bête kirin.
Hêjayê gotinê ye ku serokê Hevbendiyê bi yaweriya şandekê ye ku ji Ebdulehed Êstêfo cîgirê serokê Hevbendiyê, û Cewad Ebû Heteb serokê Hilûmeta Demkî û Mihemed Hisno rêveberê Yekîneya Hemahengî Û Piştgiriyê pêk tê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî