Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide, îro li demjimêr 9:30 bi dema Biroksil (10;30 ligor dema Mekê), wê li baregeha komsyona Ewropî, ligel Fîdrîka Mogirînî komsyara karubarê derve ya Yekîtiya Ewropî kom bibe.
Dibe di hevdîtinê de bêhtir behsa komelkujiya kîmyayî ya li Xan Şîxon û helwesta pêwîst derbarê peyketin û dadgehkirina berpirsyarên komelkujiyê bête kirin, herwiha kar ji bo standina biryarekê di encûmena asayîşê de di bin benda heftan de bibe.
Herwiha berêz Ele’bide wê êvarî demjimêr (18:00 bi dema Mekê), ligel komîta ewlehî û siyasetê ya ser bi Yekîtiya Ewropî ve bicive, ji bo timamkirina gotubêjên taybet li ser rola Yekîtiyê derbarê doza Sûrî li ser herdu astên siyasî û mirovî, û wê hevdîtin li baregeha encûmena Yekîtiyê bête kirin.
Hêjayê gotinê ye ku serokê Hevbendiyê bi yaweriya şandekê ye ku ji Ebdulehed Êstêfo cîgirê serokê Hevbendiyê, û Cewad Ebû Heteb serokê Hilûmeta Demkî û Mihemed Hisno rêveberê Yekîneya Hemahengî Û Piştgiriyê pêk tê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî