Erebistana Siûdî nîgeraniya xwe derbarê berdewambûna milîtanên Îranî di pêkanaîna tawankariyên cengê de li Sûriyê diyar kir. Ev helwîst hat dan di gotina Ebdulrehman Elehmed de serokê şanda Siûdiyê libal Yekîtiya Ewropî li Biroksil paytexta Belcîka li pêşberî kongirê ku derbarê paşeroja Sûriyê lidar ketibû, bi amadebûna nûnerên bêtir ji 79 welat û deste û rêkxistinên herêmî û yên navdewletî.
Erebistana Siûdî daxwaz ji civaka navdewletî kir ko li himber têwerdana Îranê û milîtanên bi ser ve yên ko alîkariya rêjîmê di guhertina dîmugrafî de dikin rawestin, û balyozê wê yê li Belcîka û herêma Loksimburgê helwesta welatê xwe ya piransîbî û neguhêr ji bo parastina yekîtî û saxlemiya xaka Sûriyê tekez kir.
Balyozê Siûdiyê daxwaz ji dezgehên têkildar yên Netewên Yekbûyî û rêkxistinên mirovî kir, ji bo karê pêdivî bikin ji bo rawestandina wan operasiyonan, û tekezî li ser giringiya sizakirina rêjîmê û milîtanên wê li ser tawankariyên wan ên cengê kir.
Siûdiyê hêvî kir ko peymanên navdewletî yên Netewên Yekbûyî piştgiriya wan kiriye yên ji bo agirbestê cîbicî bibin, û alîkariyên mirovî bigihên, û girtî û yên hatine revandin li bal rêjîmê û milîtanên wê bêne berdan.
Balyoz Elehmed diyar kir ko Siûdiyê piştgiriya bizavên şanderê emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Stîvan Dî Mistora dike, ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ya aştiyane “rola Esed tê de tunebe” û berdewamkirina pêvajoya opersiyona danûstandinan di nav aliyên Sûrî de li gora daxuyaniya Cinêv1 û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 û biryarên navdewletî yên bi vê mijarê re têkildar in.
Balyoz Elehmed di dawiya gotina xwe de tekez kir ko “şaşitî ye eger mirov bi çavê alîkariya mirovahî tenê li kêşeya Sûrî binêre, tevlî ku diltezîniya wê bêhempa ye, lê rûyê wê yê herî kirêt, li gora gotina wî, mana rêjîma Beşar û berdewamiya wê di rêbaza xwe ya tawankarî de ye.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans