Wezîrê derve yê Qeterê Şêx Mihemed Ebdulrehman Al Sanî, rijêma Esed tometbar kir bi bikaranîna çekên kêmyayî li dijî sivîlên Xan Şîxon, û ew kar dît tawaneke şer û mezintirîn bobeleta mirovî di dîroka vê serdemê de, ligel zêdebûna tawanên Rijêmê û milîsên wê yên rojane.
Al Sanî got ku pêdiviya piştgiriya gelê Sûriyê bi pilanek xuya heye, ji bo rawestandina komelkujiyên li dijî sivîlan, ji ber bandora wan komelkujiyan li ser nifşekî bi temamî li Sûriyê heye , û da zanîn ku bê çûna Esed çareserî li Sûriyê peyda nabe.
Wezîrê Qeterê cext li ser giringiya bizaveka navdewletî ya bilez kir ji bo dûvçûna encamderên tawanên dijemirov li Sûriyê, û bal kişand li ser piştgiriya welatê xwe bo bizavên navdewletî yên ji bo dadgehkirina berpirsên van binpêkirinan li dijî hemwelatiyên bêguneh li Sûriyê.
Wezîrê Qeterê got ku civîna Biroksil hevdem bû ligel mezintirîn bobilata mirovî ya bikaranîna gaza sarîn ji aliyê rijêma Esed ku têde bi dehên sivîlan hatin kuştin, û wezîrê Qeterê piştgiriya welatê xwe ji gelê Sûriyê re bi rêka derbaskirina alîkariyan û dabînkirina pêdawîstiyên penaberan li her cihekî ragihand.
Al Sanî daxwaza giringiya aktîvkirina biryara 248 ya komeleya giştî ya NY kir, ya ji bona dirustkirina mîkanîzmeka serbixwe ji bo lêkolîn û dadgehkirina encamderên tawanan li Sûriyê, û pêkanîna rêşûnên dadgehkirina bilez ji tawankarên şer re ligor yasa navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat