Toreya Sûriyê ya mafên mirovan got ji destpêka sala 2017ê û heta 04.04 2017 ,rêjîma Esed 9 êrîşên kîmawî pêk anîne, û destnîşan kir ko êrîşên kîmawî li dijî Idlib, Hema, Gundewarê Şamê û Şamê hatine kirin.
Toreyê di raporta xwe de ya ko doh çarşembê derketiye got ku her 9 êrîşên kîmawî bûne sedema kuştina 77 sivîlî, 25 zarok û 16 jin û şervanekî opozisyonê di nav wan de hene, û ne kêmî 243 kesan birîndar bûne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ji Encûmena Ewlekariyê daxwaz kir ko biryarekê li gora benda heftan ji peymana netewên yekbûyî derxe ko tawankariyên rêjîma Beşar û gefên wî li ser jiyana miletê Sûrî û ewlekariya cîhanî bidawî bike, û radestkirin û sizakirina berpirsiyarên ko ferman dane û yên cîbicîkirine û yên piştgiriya wan di vê tawankariya Xan Şêxûn û yên wek wê de kirine dabîn bike.
Û Hevbendiyê daxwaz kir ko divê biryar yekser firandina firokên rêjîmê bi tekûzî li tevaya Sûriyê qedexe bike, û dosya binpêkirinan û tawankariyên tiroristî ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî ve bête şandin digel tewankariyên berê, û divê kujerên ko tawankarî pêk anîne û yên piştgiriya wan kirine bêne radestkirin bo dadweriya navdewletî, û rêjîmê ji hemû çekên giran û qedexe destevala bikin û dana çekan jêre qedexe bikin.
Toreyê di raporta xwe de diyar kir ko hêzên Esed êrîş dane ser Xan Şêxûn bi mûşekên bi gazên jehrînî barkirî bi firokên helîkopter ên rêjîma Esed taxa bakur li bajêr bombebaran kirin.
Toreyê destnîşan kir ko li gora vekolîn û peyketinê hat xuyakirin ko hemû êrîş li ser herêmên ko hêzên Esed dixwaze kontrol bike, û bi bombebaraneke rêbazkirî bi mûşek û bermîlên teqîner çêbûn.
Toreya Sûriyê diyar kir ko encama êrîşên kîmawî yên ko rêjîmê pêkanîne giha 167 êrîşên kîmawî piştî biryara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2018 ya sala 2013ê û giha 98 êrîşan piştî biryara 2209 ya sala 2015 û 42 êrîşan piştî derçûna biryara 2235 ya sala 2015ê ya ko biryar da ji bo vekolîneke hevbeş çêbikin û ev êrîş bûne sedema kuştina 208 kesan û ne kîmî 2407 kesan birîndar bûne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî