Îro Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide, civînek li gel nûnerên Rêxistina Navdewletî Ya Penaberan Û Mafên Mirov ya bargeha wê Tirkiyê ye lidar xist.
Di hevdîtinê de hin mijar hatin gengeşekirin, ji wan mijara piştgiriya penaberên Sûrî yên li Tirkiyê û hêsankirina karubarên wan ligel aliyên berpirs, û pêkanîna workşopeka karê taybet ji bo gengeşekirina biwarên karên hevbeş yên girêdayî bi karubarên koçber û penaberan, û bilindkirina gilînameyan li dijî tawankarên şer ji berpirsên rijêma Esed û Rûsiya û Îranê.
Ku rêxistina navhatî guhdanê bi piştgiriya mafên penaberan û pêşkêşkirina şîret û şêwirdaiyê bo penaberan sebaret pêgiriya penaberan bi yasayên Tirkiyê, û binpênekirina yasayên xwecihî, tevî pêşkêşkirina alîkariyan bo wan sebaret bi dîkoment û belgeyên giştî û yên rêwîtiyê û spartina kar bo parêzgeran di dema ku bêne raguhestin li pêş dadgehan û pêşkêşkirina alîkariyan bo wan li ser derwazên sînorî.
Û Serokê komîteya yasayî Heysem Elmalih jî di hevdîtinê de amade bibû, û îro di daxuyaniyek taybet de got ku komîteya yasayî wê kar bike ji bo alîkariya Rêxistinê di pêşkêşkirina alikariyê ji xelkê Sûriyê re, ji qurbaniyên şerê hovane yê rijêma Esed û herdu dagîrkarên Rûsiya û Îranê, û got ku xelkê Sûriyê nikarin dokîmîntan bidest bêxin bi sedema şerê li dijî gelê Sûriyê dibe, yê bi destê Bişar Esed û Rûsiya û milîsên Îranê, û bal kişand ku rêxistin wê hewl bide alîkariya wan ligor karîna xwe bike.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê