Nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê û bi helkefta roja cîhanê ya mafên mirov, îro roja şembiyê, 10/12/2016 an, li pêşiya baregeha NY li Hewlêrê, xwepêşandanek lidar xist, ji bo şermezarkirina binpêkirinên di derheqê gelê Sûriyê û nemaze yên di derheqê gelê Kurd de dibin.
Û cemawerek ji penaberên kurdên Sûriyê di demjimêr 10’ê sibehê de û bi amadebûna Serokê ENKSê berêz Ibrahîm Biro û hin sikirtêr û serkirdeyên partiyên ENKSê û komîteya pêwendiyên derve ya ENKSê, li pêşiya baregeha NY li Hewlêrê kom bûn, û dirûşmên şermezarkirina binpêkirinên li Sûriyê dibin bilind kirin.
Di xwepêşandanê de, şanda ENKSê nameyek nerazîbûnê li ser kiryarên Rijêmê û PYDê, û herwiha lîsteyeke binpêkirinên mafên mirov yên her ji sala 2011 an heta 2016 an bûne, bi nav û hejmar û wêne dan berêz Rîkardo, rêveberê giştî yê komsyona NY li Herêma kurdistanê.
Şanda ENKSê bûyerên binpêkirinên mafên mirov yên hatîn encamdan li Sûriyê bi giştî û Herêma kurdistana Sûriyê bi taybetî dan Rîkardo, ew binpêkirinên bi dirêjahiya salên şoreşa Sûriyê der heqê milet de ji aliyê Rijêmê û desthiladariya şûnkariyê ya PYDê hatin kirin.
Rîkardo, rêveberê komsyona NY li herêmê, ji aliyê xwe amadebûna xwe nîşan da ji bo gihandina van dîkomentên binpêkirinan ji bo konsolê giştî yê NY li Îraqê, û rêveberê mafên mirov yê komsyonê, ji bo li ser van daxwazan rawestin, û ji bo hemehengiyê bikin ji bo pêkanîna hevdîtinan ligel kesên pispor di mijara binpêkirinên mafên mirovan.
Piştî vê yekê, nûnertiya ENKSê yekser kongirekî rojnamevanî bi amadebûna gelek dezgehên ragihandinê yên xwecihî û Erebî lidar xist, û têde behsa hevdîtina xwe ligel rêveberê komsyona NY yê li Herêma kurdistanê kirin.
Herwiha di heman mijarê de, Serokê ENKSê bo malpera me got ku îro û bi helkefta vê roja cîhanî em li vir kom bûne ji bo gihandina dengê gelê Sûriyê bo tevaya cîhanê û ji bo riswakirina kiryarên rojane yên rijêma dîktatorî bi bermîlên teqîner li ser sivîlan û dorpêçkirina bajar û navçeyan û qedexekirina derbaskirina alîkariyên mirovî û xwarinê bo xelkê dorpêçkirî, ku Rijêm hemî mafên mirov bi hemû awayên kuştin û wêrankirin û girtin û birçîkirin û koçberkirinê binpê dike.
Herwiha Biro tekez kir ku PYDê wek Rijêmê mafên mirovan li navçeyên kurdan binpê dike, û niha nêzîkî 36 serkirde û kadiroyên ENKSê di girtîgehên PYDê de ne, û herwiha PYD bizavan dike ji bo me têxe di şerekî navxweyî de, bi peydakirina alozî û fitneyan ji bo gurkirina şer û pevçûneka navxweyî, û navçeyên kurdan hatine vakekirin ji xelkê wê bi sedema riftar û kiryarên wê yên dijî mafên mirov.
Jêder: Beşê kurdî ji Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiyê