Bi helkefta roja cîhanî ya mafê mirovan, Encumana Niştimanî ya kurd li Sûriya ENKS li piraniya bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê îro Şemiyê 10-12-2016 mangirtin li dar xistin.
Di mangirtinan de siloganên doza serbestberdana gitiyên siyasî ji zindanên partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD hatin bilindkirin, li gel wêneyên tevaya girtiyan.
Ebdulsemed Xelef Biro endamê emîndariya giştî ya ENKS ji malpera me re ragihand ku mangirtin bi helkefta roja cîhanî ya mafê mirovan hatine lidrxistin, di mangirtinan de kiryarên PYD hatin şermezarkirin û doza serbestberdana girtiyên siyasî ku nêzî 4 heyvên wan di zinadanên PYD de ne hat kirin.
Û li bajarê Qamişlo mangirtin li pêşiya komîsera penaberan ya Netewên Yekbûyî UN li kolana Siyahî hate lidarxistin .
Û li bajarê Dêrikê û ji ber belavbûna hejmareke mezin ji çekdarên PYD mangirtin bi rêve neçû.
Jêder: Beşê kurdî ji Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiyê