Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide tekez kir ku hêzên “pêşmerge” yên ENKSê, dikarîn bi roleka erênî rabin di nav artêşa azad de ji bo parastina sivîlan û bidestxistina armancên şoreşê di pêkanîna rûmet û azadiyê de”, û bal kişand ku pêşmerge “fakterekî giring in bo seqamgeriya Sûriyê”.
Hêjayê gotinê ye ku Ele’bide û şanda Hevbendiyê serdana nûnertiya ENKSê li Hewlêrê kirin û têde ligel Serokê wê Ibrahîm Biro û berpirsên nûnertiyê kom bibûn.
Ele’bide duhî di daxuyaniyeke rojnamevanî de gotibû ku em “hatine Herêma kurdistanê ji bo hevdîtina serok Mesûd Barzanî, û me ligel rewşa xirab ya Sûriyê, û êrîşên dibin li dijî sivîlên Helebê, û pêşhatên dawiyê yê navçeyê gengeşe kirin”, û got “Em û Herêma kurdistanê rastî heman terorê dibin, û me dost û herwiha dijminên hevbeş hene yên hewla têkdana ewlehiya me dikin, lewra pêwîst e em hevahengiyê ligel hev bikin.
Û di bersiva pirsekê de got “em li ser giringiya derbasbûna pêşmerge û tevlîbûna wan di nav hêzên artêşa azad de tekez dikin” û got “ENKSê firaksiyonek serekî ye di Hevbendiyê de, û hêza wê ji serbaz û efserên cudabûyî pêktê, ew hêzeke niştimanî ye û pêwîst e di rizgarkirina welat de ji dest Rijêmê û hevalvendên wê û terorîstan beşdar bibe “.
Herwiha Serokê Hevbendiyê piştgiriya xwe ji hêzên Mertala Feratê re anî ziman û got “bi saya piştgiriya Tirkiyê û hêzên Hevpeymaniya navdewletî me karî çendîn navçeyên rojavayê Feratê rizgar bikin, û ev yek dibe serkeftinek mezin ji xelkê Sûriyê re”, û bal kişand li ser giringiya pêştgiriya Tirkiyê ji bo dirustkirina navçeyek aram li bakurê Sûriyê ji bo koçberên Sûriyê”.
Ele’bide hevdem bêdengiya civaka navdewletî û ya NY li hember bûyerên Helebê rexne kir û got: “dibe ku valehiya desthilatê li Waşinton bibe sedem, lê ev yek nabe behane ji vê bêdengiya dibe li ser tawanên şer yên li Helebê dibin û bombebarankirina sivîlan û nexweşxane û navendên bergiriya bajêrvaniyê”.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê