Artêşa Azad ya Sûriyê hejmarek ji taxên bajarê Helebê vegerandin, ew taxên ku hêzên Esed û Milîsên Îranî yên hevalbendên rejîmê bi piştevniya balafirên Rûsyayê karîbûn roja Yekşemê kontrol bikin.
Û Şoreşvanan pêşinyara Rûsî ya derketina ji bajarê Helebê red kirin, û tekez kirin ku ewê berdewam bin di şer de heta dilopa herî dawî ji xwînê, li gor ew dibêjin.
Çalakvanan gotin ku şoreşvanan karîbûn bi êrîşa xwe ya berûvajî, otombîlên leşkerî yên hêzên rejîmê li bereya Bustan Qesir têk bibin, herwiha Nexweşxaneya Çavan li taxa Qadî Esker, û taxa Qatircî û piraniya Miyser kontrol bikin.
Û ji aliyê xwe ve, Yasir Ebdulehîm, Serkirdeyê Odeya Operasyonên Fetih Heleb, ji ajansa Simart re tekez kir ku şoreşvanan tevahiya taxên Meyser û Qatirçî kontrol kirin piştî destdanîna hêzên rejîmê li ser hin ji wan taxan, herwiha gererêya Hawiz vegerandin.
Û di çarçoveya sivikirina bandora dorpêça ku hêzên rejîma Esed û milîsên bi ser ve pêk anîne, rojnameya Gardiyan ya Birîtanî got ku London û Emerîka di nava xwe de danûstandinan dikin bo peydakirina rêyan bo avêtina xwerin û dermanan ji taxên rojhiloatê Helebê re, herwiha xelkên dorpêçkirî li deverên din yên Sûriyê.
Rojnameyê diyar kir ku danûstandin di mehên borî de li Emerîka dihatin kirin, herwha behsa hejmarek bijardeyan dihat kirin, wek avêtina alîkariyan bi sîwanan, herwiha avakirina pireke asîmanî di rêya balafirên bê balafirvan re.
Herwiha Dezgeha Tenduristiya Cîhanî berya du rojan ragihand ku zêdetir ji 250 hezar kesî li Heleba dorpêçkirî rastî kêmbûna alîkariyên xwarin, derman, av û sotemenîyê dibin, ji encama dorpêça ku hêzên rejîma Esed û milîsên Îranî li ser sivîlan, di dema topbarnaeke himbiz ji aliyê hêzên Esed û Rûsya û milîsên Îranî ji 15 çirya paşîn ve.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê+Hin ajans