Jêderekî pizîşkî ji herdu bajarokên Medaya û Beqîn diyar kir ku navendeka pizîşkî tenê maye û ewjî nikare pêdawîstiyên hemû xelkên dorpêçkirî dabîn bike, û wî jêderî diyar kir ku duhî roja duşemê bajar bi bermîlên teqîner ji aliyê firokên Rijêmê hat bombebarankirin û bi vê yekê agirbest hat binpêkirin.
Wî jêderê pizîşkî, yê red kir ku xwe bide nasîn, îro di daxuyaniyek taybet de got ku navenda pizîşkî gelek zehmetiyan dikişîne bi sedema kêmbûna kerasteyên pizîşkî yên serekî, ji ber ku hêzên Rijêmê û milîsên terorîst yên Hizibulah rê li pêş hatina karwanê alîkariyên xwarin û dermanan bo herdu bajarokên dorpêçkirî digirin.
Ku ev nêzîkî sal û nîvekê ye herdu bajarok hatine dorpêçkirin, û nêzîkî 40 hezar sivîlî li wan dijî û piraniya wan ji koçberên navçeyên doruber in, û xelk di rewşek mirovî ya zehmet de dijîn bi egera kêmbûna xwarinê û kelupelên serekî û dermanan, û gelek nexweşî di nav wan de peyda bûne wek romatîzim û aloziya gurçikê, û lawaziya hestîyan, û kêm-mezinbûna zarokan, ya jêre dibêjin qezembûn”.
Heman jêderî rexne li mîkanîzma karên berpirsên NY girt û got ku “NY heman alîkariyan dide hemû navçeyên dorpêçkirî, bê berçavkirina pêdewstiyên her navçeyekê bi tenha xwe “, û diyar kir ku ev yek dibe sedema zêdebûna hin kerasteyên ne pêwîst û kêmketina kerasteyên pêwîst û giring.
Û pêr du karmendên Bergiriya Bajêrvaniyê di dema bi erkê raguhestina birîndaran radibûn hatin kuştin, piştî êrîşa firokên Rijêmê li ser avahiyên bajarokê Medaya, hevdem ligel topbarankirina wê bi çekên giran ji aliyên milîtanên ku navçeyê dorpêç dikin.
Hêjayê gotinê ye ku di sala bûrî de 60 kes ji birçîna mirin, û piraniya wan zarok bûn, ji ber rêjîma Esed dorpêçkirin û birçîbûnê ji bona şikandina îradeya xelkê sivîl bikar tîne, ji bo neçarkirina wan li ser amzekirina agirbestên xwecihî û çolkirina mal û xaniyên xwe.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê