Serokê kombenda hoza “Tey” Şêx Newaf Ferhan Elnayif Eltayî, di daxuyaniyekê de şewtandina ala kurdistanê li Amûdê bi destê çekdarên “PYD”ê riswa û şermezar kir, û bi tawanek kirêt li hember semboleke pîroz a miletê Kurd dît.
Di daxuyaniya aşîra Teyî de hat: “ji ber rijdiya me li ser birayetiya dîrokî ya di navbera herdu gelên Kurd û Ereb de, em şewtandina ala kurdistanê duhî li Amûdê şermezar dikin.
Ku em vê alayê wek sembolek pîroz ya birayên Kurd li her cihekî , em bi tundî kiryarên vê bandê ya ser bi PKKê û bi piştgiriya zordar Bişar di derheqê hemû pêkhateyên xelkê me de li Hesekê şermezar dikin”.
Herwiha hoza Tey sercem binpêkirinên li Sûriyê dibin şermezar kirin, û bang li hozên Ereban kir ku bêdeng nemînin li hember tawan û binpêkirinên li Sûriyê dibin.
Jêder: Hevbendî