Duhî 67 şehîd û 200 birîndar li Helebê û gundewarê wê ketin, ji wan 53 şehîd ji taxên dorpêçkirî ne, û hevdem Bergiriya Bajêrvaniyê li Helebê got ku wê kariye 15 şehîdan ji bin kavilên avahiyekê ku roja yekşemê li taxa Elcelûm hatibû bombebarankirin derxin,.
Ji aliyê xwe ve, rawêjkara Almaniya Încêla Mêrkel li ser helwesta navdewletî li hember tişta li Helebê dibe got ku ew “dexmeke şarmê ye li aniya cîhanê”, ji ber şikestina civaka navdewletî di peydakirina kirîdorên mirovî heta vê gavê, û herwiha şikestina Encûmena Asayîşê di rawestandina êrîşên berdewam ên firokên rijêma Esed û Rûsiya li ser sivîlên bêguneh.
Her ji bo şermezarkirina tawanên şer yên rijêma Esed û Rûsiya û milîsên Îranê, bi hezaran xelk û çalakvan li çendîn bajar û bajarokên Sûriyê derketin xwepêşandanan bi bilindkirina nivîsên “Hêrsa Helebê”, û bêdengiya navdewletî li hember van tawanên kirêt şermezar kirin.
Li aliyek din, Wezîrê derve yê Amerîka Con Kêrî duhî di daxuyaniyeke rojnamevanî de di civîna benda bakurê atlentîk “Nato” de ya li Biroksilê paytexa Beljîka hatî lidarxistin, da zanîn ku tundutîjiya berdewam li Sûriyê bi dawî nabe bi ketina Helebê di dest hêzên Rijêmê de.
Hêjayê gotinê ye ku bajarê Helebê her ji 15 çirya paşîn ve rastî êrîşên tund û pêrewkirî dibe ku heta niha zêdetir ji 900 kesî û piraniya wan jin û zarok in hatine şehîdkirin, tevî birîndarbûna bi hezaran.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî + Wekalat