Rojnameya Dêlî Têlgiraf anî ziman ko Rêjîma Esed sivîlên reviyayî ji bajarê Helebê digire û wan bi kotekî tev li hêzên xwe dike. Û mirovên kesên hatine girtin axivîn ku piştî derbasbûna hêzên Rêjîmê di nava bajêr, bidehan mamoste û karkerên hawarhatinê yên di temenê leşkeriyê de hatin girtin û ber bi aliyin nediyar ve hatine şandin.
Birayê yekî girtî navê wî Yûsiv e, li ser ku çawa kesên temenê wan kêmî 40 salî digirin, û tuhmeta alîgiriya opozisyonê bi wan vedikin axivî û got: “ez bi birayê xwe Mihemed re bûm gava Polîsên nehînî ew birin, û tiştê ko me dixwest tenê ew bû em ji Helebê derkevin û cihekî aram bibînin. Birayê min çi peywendiya wî bi siyasetê re nîn e, û di çi xwepêşindanê li dijî Rêjîmê de beşdar nebûye.”
Yûsif got ku temenê birayê wî 30 sal e, sê zarokên wî hene û malxiwê mala xwe ye, û wek berdestê bijîşkî kar dikir, û berî sê mehan ligel rêkxistineke bijîşkî ya xwecihî ya nemîrî kar dikir.
Hêzên Rêjîmê û Rûsya û milîtanên Îranî êrîşeke bêhewade dibin ser taxên bajarê Helebê ji heyva çêriya paşî ve bi amanca kontrolkirinê. û ji encama bombebaranê 900 kes hatine kuştin û bi hezaran birîndar bûne, û dibistan û nexweşxane hemû û piraniya firneyan ji kar derketine û du navendên Berevaniya Sivîl ya Sûrî wêran kirine.
Rojnameyê destnîşan kir ko 2 malbatên din jî girtina xortan tekez kirine, û bavekî got ku berî deh rojan kurê wî hatiye girtin û nuha di nav hêzên Elesed de li bajarê Dêra zorê şer dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Ajazîre