Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Ele’bide, Rûsiya bi hewlên têkşikandina şoreşa Sûriyê û sepandina çareseriyek siyasî ligor qeys û fesala rêjîma Esed tometbar kir.
Ele’bide dazanîn ku “ne cidîyeta Rêjîmê di danustandên dawiyê yên Jinêvê de, xuya kir ku Rûsiya bi rola xwe ya pêwîst ji bona xistina guvaştinan li ser rêjîma Esed ranebûye, wek çavdêr ji piroseya siyasî ya Sûriyê re li tenişt Wîlayetên yekgirtî yên Amerîka.
Û got: ” herdem Rûs û li ser zimanê doblomatkarên xwe bi eşkerehî dibêjin ku ew nikarin gelekî guvaştinê bikin li ser rêjîma Esed, û ew vë yekê dibêjin yan ji bona çênekirine astekî bilind ji pêşbîniyan, yanî wan îradeyek rasteqîn nîne ji bona veguhestina siyasî”.
Ele’bide dîsa got ku “herdem dîtinek li bal Rûsiya heye bi dirustkirina hikûmeteke yekgirtiya niştimanî û li kêlek mana Rêjîmê, û tevî rê bête dan bo kandîdkirina Esed bo serokayetiyê carek din, û ev yek dûrtire heta ji nimiztirîn astê piroseya siyasî”.
Ele’bide dazanîn ku hewlên Rûsiya ji bona tevlîkirina herdu hêzên “Azadîxwazên Şamê” û “Artêşa Îslamê” yên rikber di nav lîsteyên terorê de, bi “hewlên bêzar binav kir ku mebest jê xemsarkirin û têkşikandina Şoreşê ye”.
Herwiha amaje kir ku ” helwesta Opozisyona Sûriyê, û ya girûpa dostên Sûriyê (Girûpa pêwendiya navdewletî ya piştgiriya şoreşa Sûriyê li dijî rêjîma Esed, ku ji 70 dewletan pêktê û yekemîn kongirê xwe di sala 2O12 an de lidarxist), helwesta wê xuya bû ku herdu hêzên navhatî, ji hêzên şervan yên miyanrê binav kirin, û herdu giringtirîn binyatên şoreşê ne û bê wan hîç axaftin li ser çareseriya siyasî nabe”.
Ele’bide, derbarê pêvajoya danustandinan di navbera rêjîmê û opozisyonê de, got: “hîç belgenameyek derbarê çareseriya siyasî ji aliyê rêjîmê negihiştiye me, û herwiha şanderê navdewletî Dîmestora em bi hîç wirdekariya heydar nekirine derbarê pêşbîniyên Rêjîmê (di dema ku hebin)”, hevdem bal kişand ku opozisyona Sûriyê niha li pêş pêşkêşkirina wirdekariyan ne li ser dîtina xwe ji qonaxa veguhêz re, û wê bê pêşkêşkirin ji Dîmestora re, yekser piştî biyar li ser bête dan ji aliyê desteya bilind ya danustandinan”.
Ele’bide got ku opozisyon amadeye vegere gereke nû ya danustandinan ” di dema ku hest bi rastgoya civaka navdewletî kir”, û diyar kir ku dibe li nêzîk gereke danustandinên pêşeyî lidar bikeve, lê Rêjîm jê direve û naxwaze têkeve wirdekariyên çareseriya siyasî de.
Serokê Hevbendiyê daxwaz ji “Civaka Navdewletî kir bi diyarkirina babetan û destnîşankirina aliyê rê digire li pêvajoya siyasî û herwiha li aliyê din yê dirabe bi pêşkêşkirina dîtinên baş bi eşkereyî”, ligor axavtina wî.
Herwiha baweriya xwe nîşan da bi nekarîna berferhkirina desteya bilind ya danustandinan ya opozisyên di dema niha de, û dibe ev yek çê bibe di dema ku aliyên nû tevlî bibin di dema şengist û binyatên daxuyaniya kongirê Riyad qebûl bikin ya ku desteya danustandinan jê hat dirustkirin.
Ele’bide derbarê alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî re got ku NY li benda erêkirina rêjîmê ye ji bona avêtina alîkariyan bi firokan ji wan navçeyan re, û got: ” lê heger niyaza Rêjînê bi vê yekê hebe, wê hêştibe bi riyên bejê re alîkarî derbas bibin”.
Dazanîn ku “NY dibêje ku ew dikare wan kospên pêşeyî yên dibin asteng rabike”.
Herwiha got ku ” amareyên NY amaje bi hebûna nêzîkî 700 hezar kesê dorpêçkirî dikin di 28 navçeyên Sûriyê de, lê serjimêriyên Hevbendiyê balê dikişînin bi hebûna nêzîkî milyon kesî yên pêdivî alîkariyê bilez in”.
Ele’bide cext kir li ser ku “fayîlê mirovî nabe danustandin li ser bibe di navbera rêjîmê û civaka navdewletî de, û em vê yekê dişopênin û heger me dît ev rewş baştir dibe wê gavê em dikarin li ser veguhestina siyasî biaxêvin”.
Serokê Hevbendiyê diyar kir ku wan pêwendî digel aliyê Anerîkayê kirine, yekser piştî belavbûna nûçeya hebûna rêkeftinek Amerîkî Rûsî li ser destûreke nû ji Sûriyê re, lê amaje kir ku berpirsên Amerîka hebûna rêkeftinek wiha red kirin, û tekez kir ku destûr ” bi xwe girêbestek civakî ye û hin mîkanîzmên diyar hene bo nivîsandina destûrê û ev yek bitenê bi rêka miletê Sûriyê dibe”.
Jêder: Anadol