Cigirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nûra Elemîr li wargeha Netewên Yekbûyî li Cinêvê doz li dewletên mafê mirovan yên ku ji bo guftugokirina rewşa zarokan li cîhanê civiyane kir û got: ” Li hemû welatên cîhanê zarokan bi sawîran ditirsînin, tenê li welatê min wan bi deshilat û polîsan ditirsînin!”.
Şanda ji Hişam Merwa serokê komîta yasayî, Nûra Elemîr seroka şandê pêk dihat gotina xwe wisa destpê kir: ” Ez ji Sûryaya Hemza Elxetîb , Sûryay Qurban, Sûryay ku hemû destûr û belgeyên Mafên Mirovan nikarn mafê wê lê vegerînin. Welatên min yê ku zordaran rûdêmêm zaroktiyê ji zikakê wê birine, ew sêwî kirin û gulîstanên wê bê Yasmîn hiştin, hêlana wê kirin sêdar û bêgunehiya zarokan pê ve daliqandin. Yadê ..Yabo herdu tiştên pîroz ku zarok bi aramiyê nahisin ger tîpên wan li ser peravên lêvên wî nelîzin, tawankariya Esed nihirandina wan a her sibeh qedexe kiriye, ne ji bo tu gunehî, tenê ji ber bavên wan ji bo bidestxistina azadiyê û avakirina dewleta qanûn û dadweriyê civiyan “.
Emîr di gotina ku li pêş nûnerên welatên cîhanê li Cinêvê pêşkêş kir got: ” Îro, dûrî hemû nasnavên siyasî, bi navê zarokê Sûrî ku Esed riwê wan bi xwîn û kîmawî ji dêvla şukulata ve qirêj kiriye dibêjim: Rawestin, hûn berpirsyar in, rast û baweriya we li ber ezmûneya mirovahiyê ye, dîrok dinivîse, dilovaniyê qet bi tu kesî re nake “.
Emîr doza tevgerek di cih de li welatên cîhanê kir bo parastina zarokê Sûrî ji destê kesên ku ew bi ” geryarê xwînî ” binav bikin kir û got: ” Gello dem nehatiye ta ku welatên piştgirê kujerê zarokan kêlîkekê tenê bi çavên zarokên sûrî binêre? Alavên kuştinê yên Esed ku ta niha xwîna xunçeyên Sûriyayê dirêjin rawestînin? Gello dem ji rêxistinên mirovahî, yasayî, û navdewletî re ku hûn sînorekî ji van gavên dînok re deynin nehatiye”.
Emîr berdewam kir: ” Bi navê 17 Hezar zarokên ku bi bi bermîlên Esed yên kîndar û çekên kîmawî yê tewşe hatin kuştin, 3 Melyon zarokên ku tawankariya Esed ew ji berdewamiya xwendina wan wek hemû zarokên cîhanê mehrûm kirin, dibistan û dayingehên Esed ew bi ser serê zarokan de herifandine, dayingeh û dibistanên Esed ew kirine girtîgeh, gulîstanên zarokan yên keriyên Esed ew kirine leşkerxane, û bi navê wijdanê mirovahiyê û Hemza Elxetîb, û lawikê ku Esed ew ji bilêvkirina navê bavê wî mehrûm kir dibêjim: Rawestin hûn berpirsyar in, mafê Xwedan li we ye, hûn li hêviya çi ne! Mane Serokê Emrîkê ê berê Con Kinêdî gotibû: Têkiliya xurtirîn û sereke di navbera me de, em hemû nişteciyê vê stêrê ne, heman ba hildikişînin, hemû di paşeroja zarokên xwe de diramin, û em hemû ê mirinê ne… çima îroj siyasetmedar guh nadin van gotinan, gello ma ne ji mafê rêxistinên sivîl û mafnas e ku mafên xwe yê sivîl pêk bînin, zextê li wan bikin ta vegerin demira rast ya belgeyên mafên mirova. Çima ev cîhan nema dikare li banga Con Kinêdî guhdar bike, û çima razî nabe ku zaroktî belgenameya hevgirtina hemû milletan be, tev cudahiya ziman, çand, û olên wan “.
Elemîr zêde kir û got: ” Rêzdar hêja û amade; yekemînatiya zarokên me îro ne wek ya Siwêsra, Emêrka, û Parîsê ye, ne kêmasiya lîstok, şêranî, şekiran e, lê ew kêmasiya dibistan, xwendin, û derman ye, kêmasiya nexweşxane, û derzîdanên ku rejîma Esed li ser bajarên şoreşger qut kiriye û wek awayekî zextê bikar tine, ji ber vê yekê nexweşiya Falicê ji nû ve li bajarên Sûryayê belv dibe. Zarokê ku ji kîmawiyê Esed hat parastin, ket ber dorpêçkirina wî ya nemirovahî ku wek desteserekî cengê bo xelkê ji ser daxwazê ji bo wan derketine vegerîne bikar tine.“.
Li ser biçekirina zarokan li Sûryayê Cîgerê Serok got: ” Di hemû welatên Cîhanê de ji bilî Sûriyayê mirov 18 salî diçe leşkeriyê, Esed ji ber armanckirina dibistanan, dorpêçkirina wî ya bêhempa, û kuştina wî ji mirovên zarokan re, dihêle ku zarok di xeleka didwan ji temenê xwe bibin leşker. Şêwazê tekane ku bikaribe operasyona leşkerkirina zarokan li deverên di bin armancê û dorpêçê ji aliyê rejîma Esed de rawestîne, ne bi nerîn û kongira û li ser maseyên çayxaneya ye, dive di riya rêxistinên mafnasî û danûstendina bi rewşa civakê li ser vê berhemê di civaka Sûrî de. Şerên nexweşiyên civakî nabe ku ne bi dermankirina bingeha pirsgirêka ku ew derxistiye, ji xwe min ew ji we re şîrove kir. dema em bixwazin leşkerkirina zarokan rawestînin, riya rast jê re ku em bermîlên Esed yên kîmawî rawestînin, û dema em bixwazin sînorekî ji bo leşkerkirina wan re deynin, dive em ji wan zarokan re pênûs, lênûs, û kursiyekê peyda bikin ta ku li ser rûne û li mamosteyê xwe guhdar bike“.
Emîr di dawiya gotina xwe de spasiya Netewên Yekbûyî jo bo derfeta ku dan zarokên Sûrî bo dengê xwe bigihînin ” Xwediyên Wijdanê Mirovahî” û got: ” Tawankariya cengê ku dijî zarokên Sûryayê bikar tê, nema ji bo bendewariyê bikêr tê, Mehatma Xandî digot: ( Eger em bixwazin aştiya rastane li vê cîhanê fêr bibin, û şerekê li dijî şer lidar bixin, dive em dest bi zarokên xwe bikin) herweha Sûrî jî , lê bi awayekî vajî wilo, ji ber Esd zarokan ji bo belavkirina tirora ku dixwaze li deverê belav bike bo kaxeza li bin guhê hev bixe û zextê li rejîma navdewletî bike bikar tine. Zordestiya bêsînor ku Sûrî li ser destê Beşarê Esed dibîne, bêdengiya navdewletî ya bêhempa derheqê tawanên cengî û mirovahî ku Esed dike, ev tiştanan dihêlin ku her zarokek li Sûriyayê pirojeya bumbeyeke demdar be, li ber teqînê be. Dawiya ez bi navê zarokê Sûrî dibêjim: Min Biparêzin berî ku dem derbas bibe”.
Jêder: Hevbendî