Endama desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Nûra Elemîr diyar kir ku tişta ji aliyê Rûsiya hatî ragihandin li ser vekirina kerîdorên mirovî li Helebê ew bi xwe “berovajî biryara 2254 ya encûmena ewlekariyê ye ya derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê”.
Îro roja şembiyê, û di daxuyaniyek taybet de, Elemîr balkişand ku meremên rêjîma Esed û Rûsiya her ji destpêka sepandina dorpêçkirina Helebê û koçbarkirina neçarî ya xelkê wê xuya bûn, herwiha balkişand ku ev yek beşek ji istratîciya rêjîmê ye ku berdewamiyê dide dorpêçkirinê û her weha koçbarkirina neçarî wek heman bûyerên Himusa kevin.
Elemîr hişyarî da li ser xapandinek siyasî ya nû, ku Rûsiya bi rêka wê hewla çesipandina desthilatdariya Esed dide û wê biparêze ji ketinê, û got ku Amerîka beşek mezin ji berpirsyaretiyê dihilgire, ji ber helwestên wê yên sist li hember rêbaza leşkerî ya Rûsiya li dijî gelê Sûriyê û kiryarên koçberkirina neçarî yên berdewam her ji sala 2012 an ve.
Li aliyek din, Zekeriya Emîno cîgirê encûmena xwecihî balkişand ku malbatek hat armanckirin ji aliyê hêzên Esed dema hewl didan ji dergehekî Helebê derkevin, û hişyarî da li ser encamdana “bobelatek mirovî” bi sedema qutkirina keresteyên xwarinê û sûtemeniyê ji ser taxên rizgarkirî yên Helebê.
Emîno daxwaza “bi hawarhatina bajarê Helebê” ji rêxistinên mirovî û ji dostên gelê Sûriyê kir, û daxwaza xistina fişaran li ser rêjîma Esed û hevalbendên wê kir, ji bona rakirina dorpêça li ser Helebê û rawestandina bombebarankirin û kuştina pîlankirî, wek bombebarankirina nexweşxane û navendên saxlemiyê, hevdem balkişand li ser jikarketina zêdetir ji 80% ji avahiyên saxlemiyê.
Jêder: Hevbendî + Smrat