Bi helkefta -Roja Cîhanî ya Dijî Tundûtûjiya Dermafê Jinê- Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nûra Elemîr, semînarek li Cinêvê bi navnîşana ” Jinên Sûrî Û Berxwedana Dojehê Di Riya Azadiyê De ” pêşkêş kir. Tê de li ser têkoşîna jina Sûrî di şoreşê de û tiştê bi serê wê tê ji encama stemkarî û tawanên ji hêla rejîma Esed û rêxistina “Daiş” axivî.
Elemîr di seminara xwe de got: ” Bingeha tawana ku cîhan tevde îroj jê ditirse hebûna rejîma Esed e”. Elemîr gotin û nerînin zindî ji hêla hin jinên çalakvanên ku hatibûn girtin û bûn qurbaniyên tundûtûjiyê di riya Skype re wergirtin.
Ji wezareta dadweriyê mamoste Tariq Elkurdî beşdar bû, û mijar ji hêla yasayî ve şîrove kir, hindek serjimêriyên ku li gel wezareta dadweriyê belgekirî bûn pêşkêş kirin û nêzîkbûna wan ji yên navend û rêxistinin dî re diyar kir. Dûv re diyalogek vekirî lidar ket û du se´etan berdewam kir, Elemîr tê de bersiva pirsên amadekaran da.
Herweha filmek vîdyo ji amadekirina nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê li ser jina Sûrî hate pêşkêşkirin, amadekarên ku ji Sûrî û Siwêsriyan pêk dihatin guhdaneke diyar bi mijara semînarê kirin û hêvî kirin ku şoreş bêtir kar bike da dengê xwe bigihîne tevahiya cîhanê.
Jêder: hevbendî