Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Nûra Elemîr, beşdariya Buseyna Şe’iban di giftugoyekê de li Waşintonê peytexta Amerîka bi rêka sateleytan, derbarê jinavbirina terorê dît ku ew yek ” tiştekî kirêt e ji wî aliyê Şe’iban vexwendinî kiriye”.
Elemîr mihvandarîkirina kesayetiyekê mîna Şe’iban, bo giftugokirina jinavbirina terorê ku ew bi xwe kar dike ligel Esed yê terora dewletê bikar tîne şermezar kir, û got ku Şe’iban bi xwe hevpara rêjîma Esed ya xwînrêje, ya ku bisedhezaran xelk kuştine ji bona bimîne li ser kursiyê desthilatê, û pêwîst e ku bê dadgehkirin nemîne, û Elemîr bal kişand ku ev bûyer binpêkirineke eşkere ye ji yasa Amrîka re, ku nabe çi xizmetgozarî bêne pêşkêşkirin ji bo her aliyê navê wî di nav lîsteya sizayên Amerîka de heye.
Herwiha Wezareta derve ya Amerîka duhî di daxuyaniyekê de ragihand ku helwesta Amerîka ji Şe’iban wek xwe ye û nehatiye guhertin, û got ku: ” wê herdem wek zirneya xizmeta piropagendeya rêjîma xwînmij e, herdem hewl dide ku çewsandina gelê Sûriyê û tundutîjiya rêjîma Esed ya li dijî milet veşêre”.
Elemîr bal kişand ku yek ji rolên Şe’iban di xizmetkirina rêjîmê de ew bû ku bi derhênana sînaryoyekê bo bêtawanbarkirina Esed ji tawana bikaranîna çekên kêmyayî li Xûta di sala 2013 an de rabû, ku wê demê got ku ” rêjîma Esed ne berpirse di ber wan êrîşan de û guneh xist di stûyê çekdaran de, yên zarok ji gundên Laziqiyê revandin û ew anîn Xûta û ew di yek cihî de kom kirin û li dijî wan çekên kêmawî bikar anîn”!.
Jêder: Hevbendî