Serokê Desteya Niştimanî ya Sûrî ya Karûbarê Winda û Girtiyan Yasir Elferhan, hişyarî da ji armanckirina sivîlan û dubarekirina operasyonên wêrankirina malûmilkên wan bi behaneya şerê rêxistina Daişê, û ji aliyên navdewletî xwest ku berpisyariyê hilgirin, û bi awayekî lezgîn desttêwerdanê bo parastina sivîlan bikin da nehêlin ew ji xaka xwe bên hilkirin.
Û Elferhan diyar kir ku pênc roj in li pey hev av û nan derbasî taxên Giwêran û Elneşew û Hoş Elbair li Hesekê nebûye, ji ber dorpêşkirina ku ji aliyê milîsên PYD ve, bi behaneya peyketina endamên rêxistina Daişa teroristî hatiye sepandin.
Û bal kişand ser ku bêhtirê xelkê wan taxan ji taxên xwe derbiderî taxên derdorê bûne, di dema seqaya dijwar de, ji tirsa bombebaranê û pevçûnan ji malên xwe reviyane, û hişyarî ji pilaneke koçberkirina nû dermafê nişteciyên deverê ya ku milîsên terorist li ser dixebitin da, û metirsiya zêdekirina dorpêçkirinê li ser xelkê deverê û zêdekirina girtina bêserûber anî ziman, her weha berdewamiya bikaranîna Daişê wek behane, ji bo hemû kesên ku kiryarên wan ên teroristî yên dijî xelkê deverê pêk tên ret dikin, xilas bibin.
Û Elferhan got ku Daiş li bal rijêma Esed û milîsên PYDe bi hev re weke Hespê Tirwada ye, û her ku çember li stûyiyê yekî ji wan teng dibe, ew rêxistin wek alaveke rizgariyê ji wan re tê avêtin, û tekez kir ku tenê xelkê sivîl bûne qurbanî, û got ku herdû cotên teror û stemkariyê li ser hev dijîn, û bal kişand ser ku tiştê li Hesekê rû dide şanoyeke çêkirî ye, û sivîl bihayê wê didin.
Û Elferhan daxwaza derbaskirina keresteyên xwarinê û avê bo sivîlên di kampên dorpêçkirî de li Hesekê bi awayekî lezgîn ji Xaça Sor û Saziyên Navdewletî kir, û daxwaza parastina sivîlan di dema peyketina endamên Daişê de ji Hevpeymana Navdewletî kir, herweha parastina pirensîpên yasaya navdewletî dibîr anî û daxwaza nirxandina ezmûna têkçûna milîsên PKK/YPG/PYD di şerê tunekirina rêxistina Daişê de tevî piştgiriya mezin a ku ji wan re hatiye pêşkêşkirin kir, di dema pêkanîna tawanên dijî mirovahiyê ji aliyê van milîsan û beşdariya wan di talankirina samanên deverê de û hiştina nişteciyên wê di bin xêza hejariyê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî