Serokê Desteya Niştimanî ya Sûrî ya Berevaniya Girtiyan, Yasir Elferhan, diyar kir ko rêjîma Esed xwe Pirotesto Dike dema lîsteyên navên şehîdên êşkenceyê pêşkêş dike, û ev bi xwe nîşanin ko destê wê di revandin û veşartin û tinekirina wan de heye. Rêjîm tawanan derheqê çalakvanan piştî mirina wan jî berdewam dike, bi binaxkirina wan di gorên komel de û derengxistina ragihandina mirina wan, û nehêlana ku aliyên navdewletî karibin vekolînên bijîşkî û yasayî yên pêdivî bikin.
Elferhan got ko bajarê Dareya sîmbola aştîbûn û sivîlbûna şoreşa Sûriyê ye, ya beraberiya tifingên rêjîmê bi gul û siloganên birayetî û lêbûrînê kir, û ew rûyê şoreşê yê rastî ye, yê rêjîmê xwest veşêre, bi veşartina simbolên qehreman û êşkencedana wan û kuştina wan a bi mebest, rêjîm berpirsiyariya tekûz ya van tawankariyên cengê û qirkirinê û tawankariyên li dijî mirovîniyê derheqê girtiyan hiltîne.
Elferhan got ku giring e kesên tawankariyên bêserûşûnkirina kotekî kirine, bêne girtin û sizakirin, û civaka navdewletî berpirsiyariya sincî hiltîne, ji ber ku balyozên dewletên mezin serdana Dareya kirin ji bo sersaxiya şehîd Xeyas Meter , lê paş re hevalên wî di zindanên rêjîmê de li bin êşkenceya rêjîmê de heta mirinê hiştin, û tiştek ji bo rizgarkirina wan nekirin, û dadpirsîna pêdivî nekirin.
Elferhan destnîşan kir aşkerekirina rêjîma Esed ji navên girtiyan re, yên ko li jêr êşkenceyê mirine bê ko vekolîn di sedemên mirinê de bên kirin, û nedana kelaxên wan û nehêlana lidarxistina rêweresmên şînê. Ew jî tawankariyên li dijî hemû yasayên navdewletî û piransîbên hemî olên asmanî ne, ev kirde diyar dikin ko sincên mirovan bi rêjîmê re nemane.
Ji Desteya Niştimanî ya Berevaniya Girtî Û Windayan, Elferhan bi navê Hevbendiya niştimanî sersaxiya malbatên şehîdan kir û got ku bi her dilopek xwîna pîroz ya şehîd Yihya û M’en Elşerbeçî û Selah Neqşebendî û bi hezaran hevalên wan li hemû herêmên Sûrî, wê tovekî şoreşê ji nû ve şîn bê, wek dilsoziyê bi giyanê wan re, û misogerkirina amancên wan ên azadî û rûmet û dadweriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî