Siyamend Haco “serokê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê” piştrast kir ku biryara Encûmena Niştimanî ya hilbijartina birêz Hewas Sadûn ji bo Komîteya Makezagonê biryareke rast û durist bû.
Ev lênêrîna Haco hat, piştî rexneyên li Encûmena Niştimanî ya Kurdî bûn piştî hatina navê Hewas Sadûn di lîsteya Komîteya Destûrî de, ku rexneyên wan hatibûn li ser ku divê reşnivîsa destûrê ji aliyê yasanasan ve bête amadekirin, û Haco diyar kir ku bingehên van rexneyan sist û lawaz in, ji ber ku not ji sedî ji prensîbên destûrê û xalên nîqaş û danustandinê siyasî ne.
Haco got ku Hewas siyasetmedarekî gênc û jêhatî ye, û prensîbên destûrî baş nas dike, û bi wan agahdar e, û dê endamtiya wî samenek be ji Komîsyona Makezagonê re, ji ber ku ew li hejmareke mezin ji kongir û konferansan yên li ser destûrê amade bûye, û di gelek workşopan de beşdar bûye, bi armanca danîna tekst û prensîbên destûrê, û Hewas ligel hevalên xwe yên kurd bi riya endametiya xwe ya çalak, karîne gelek destkeftên giring ji bo gelê xwe di demeke Kurt de bidest bînin.
Karîn belgenameya Londonê ya opozisyona Sûriyê biguherin, û belgenameya Riyad2 bidin pejirandin, ku hejmarek ji daxwazên gelê kurd têde biryar in, û herwiha karîn bi riya beşdariya xwe di konferansê Riyad de biryarekê bistînin ji bo beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurd di danustandinên Cenevê de weke pêkhateyekî siyasî yê serbixwe di nav şanda opozisyona Sûriyê de.
Haco got ku divê komîteya destûrî, ji nûnerên hemû alî û pêkhateyên civakî û etnîkî, nijadî, ziman, ol, siyasî, çandî û yên din pêk bê, û divê roleke pisporên yasayê ji bo piştgiriya Komîteya Destûrî û pêşkêşkirina bi amojgariyan hebe, da endamên Komîteya Makezagonê bikaribin reşnivîsa prensîbên destûrî bi awayekî yasayî amade bikin.
Haco pêşniyar kir ku divê Komîteya Destûrî sûdê ji pisporên navnetewî û pisporên yasayî yên taybet bi dariştina destûran bibînin, û bang li endamên Komîteya Makezagonê ya Kurdî kir da kar bikin ji bo avakirina hevpeymaniyên bi hêz, bi nûnerên pêkhateyên gelê sûrî re yên cuda cuda, ji dirzî, Suryan û Aşûr û Turkmen û rewtên ereban yên demokrat, ji bo enerjîya xwe terxan bikin ji bo amadekirina destûreke pêşketî û şaristanî, û avakirina dewleteke federal û demokrat.
Haco li gor bawriya xwe dît ku Hewas ji kesayetiyên xwedan ezmûn û tecrube ye, û dikare rabe bi avakirina têkilî û hevgirtinên xurt û mukum, û ew bawer dike ku ewê ji bo pêkanîna armancan hemû şiyanên xwe terxan bike.
Di dawiyê de, Siyamend Haco “serokê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê” lênêrîna xwe piştrast kir ku karê bi Hewas hatiye spartin, karekî giran û berpirsyaretiyeke mezin e, û bang li pisporên zagon û destûra bingehîn kir, ku li ber erkên netewî rawestin, ji bo piştevanî û şêwirdariya pêwîst bidin Hewas û endamên kurd yên Komîsyona Makezagonê.
Çavkanî: Beşa Kurdî ya Media Hevbendiya Niştimanî/ RojavaNews