Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Yasir Elferhan, derbarê sedemên hêştine ku Komisyona Niştimanî a Hilbijartinan ava bibe, cext kir ku Hevbendiya Niştimanî çi pirosesin hilibijartinê ger Beşar Esed têde beşdar be an çi kesên tevlî tewanên dijî mirovahiyê bûne ji kesên di desthilatê de ew red dike.
Û Elferhan di daxwiyaniyeke rojnemevanî de got ku Hevbendiya Niştimanî tu rewatiyê nade hilbijartinên dahatî li Sûriyê berî jîngeha aram û bêalî dabîn bibe, û got ku ew jî divê ku bighînin veguhêza siyasî di riya avakirina desteyeke hukimdarî veguhêz re, li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118û2254, her weha li gor biryara Civata Giştî 262/67 yaku têde desteya vegihêz tevî desthilatên hikûmet û serokatiyê tekez dike.
Û Elferhan anî ziman ku madeya yekemîn ji biryara avakirina Komisyona Niştimanî bo Hilbijartinan dibêje ku komisyon piştî dabînkirina jîngeheke aram û ewle bi karên xwe radibe, û di bin serpereştiya Netewên Yekbûyî de û li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254.
Û diyar kir ku Komisyon dê di qonaxa niha de li ser bijardeyên sîstema hilbijartinê ya guncaw bo Sûriyê piştî koça rijêmê bixebite, û komkirina tomargehên Hilbijêran û xurtkirina hişyariya hilbjardiniyê di nav de belav bikin, daku welatî nûnerê xwe û destûra xwe veqtîne, her weha pirensîp û rênmayên agahdarî bo çi hilbijartinên demoqratî deynin.
Û got ku avakirina komisyonê di hundir gurzek ji pêngavên ku Serokatiya niha ya Hevbendiya Niştimanî pê radibe ji bo amadehiya pêşeroja bêyî Beşar Esed tê, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî dibîne ku derdora 5 melyon Sûrî wek kutleyekê li bakurê Sûriyê dijîn, û divê ew di hilbijartina nûnerên xwe de beşdar bin, û jê tê xwestin ku piştgiriya derfeta beşdariya wan di hilbijartina destûrê de bike, û got ku avakirina desteya niştimanî bo hilbijartinan pêngaveke berbipêşe ji bo van armancan.
Û Elferhan bal kişand ser ku piroses pêngaveke daku serpereştiya hilbijartinên encûmenên xwecihî û sendîke û komele û partî û pergalên rikber û Hevbendiya Niştimanî were kirin, wek rahênanekê li ser jiyana siyasî û got ku em hewcedarî rahênanê ne daku di riya wê re em tevlî testa demoqratiyê bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî