Îro li danê sibê, li Stembolê li baregeha Hevbendiya Niştimanî, sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm ligel rêveberê bergiriya sivîl ya Sûriyê Raid Elsalih civiya.
Di hevdîtinê de, Elhekîm û Elsalih mîkanizmên pêwendî û hemahengiyê yên bi armanca hêsanîkirina karê endamên bergiriya sivîl yên bi navê (Xudanên Kumên Sipî) tên naskirin gengeşe kirin, û herwiha behsa çawaniya mifadîtinê ji derencamên workşopa dawiyê kirin, ya li roja 28′ cehzeranê li Almaniya, derbarê jinavbirina çekên kêmyayî û jehrawî yên bi berdewamî rijêma Esed wan li dijî sivîlan bikar tîne hatibû lidarxistin.
Elhekîm di hevdîtinê de daxwaza dirustkirina tîmên kar yên leşkerî û pizîşkî û siyasî û mirovî kir ji bo rêxweşkirina erkên bergiriya sivîl bi hevkariya ligel aliyên pizîşkî, ji bo bergiriya sivîl bikaribe bi erkê xwe rabe û xizmetgozariyan bo xelkê pêşkêş bike, dema rastî êrîşan tên ji aliyê hêzên Rijêmê û hevalbendên wê.
Elhekîm di hevdîtina xwe de ya ligel rêveberê bergiriya sivîl tekezî kir li ser giringiya hevkarî û hemahengiya ligel Hevbendiyê, ku ev yek wê bibe fakterê pêşkêşkirina xizmetgozariyên zêdetir bo xelkê û herwiha sivikkirina barê êş û xemên wan.
Sikirtêrê giştî cext li ser giringiya amadekirina çend doseyan kir ku belgeyan bi xwe ve digirin li ser bikaranîna wan çekan ji aliyê Rijêmê, ji bo pêşkirina wan dose û fayilan bo kongirê “NCT USA 2017”, yê wê li Waşinton di navbera 19- 21 êlûnê bête lidarxistin, û herwiha ji bo pêşkêşkirina nameyeke hevbeş di navbera Hevbendiya Niştimanî û rêxistina bergiriya sivîl de derbarê tawanên şer yên berdewam rijêma Esed û hevalbendên wê di derheq gelê Sûriyê de dikin, û herwiha li ser giringiya parastina sivîlan û piştrastkirina rêkeftina agirbestê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî