Cîgirê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimaniya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Yihiya Mektebî tekez kir ku Îran hevparê rijêma Esed e di pêkanîna tawanên şer de, û nabe bibe gerantor.
Mektebî pirsyar kir: “çawa em ê karibin Îranê wek dewletek gerantor bipejirînin û ew dewletek dijminê gelê Sûriyê ye?” û got ku Îranê 55 çeteyên xwe şandine ji bo beşdariyê di kuştina xelkê Sûriyê de bikin “.
Mektebî cext li ser rola Îranê ya mezin bi dirêjahiya zêdetir ji şeş salan di piştgiriya rijêma Esed û di komkujiyên di derheqa gelê Sûriyê de kir, û balkişand ser ku rijêma Tehranê roleke wê ya mezin di peydakirina ajawegeriyê de heye ne bitenê li Sûriyê lê li tevaya navçeyê, wek Libnan û Îraq û Yemen jî.
Mektebî derbarê Asîtana got ku armanc ji kongirê Asîtana ew bû, cîbicîkirina agirbestê û birgên mirovî yên ku di tekestên biryarên navdewletî de hatibûn, her weha hêsankirina derbasbûna alîkariyan bo navçeyên dorpêçkirî.
Herwiha Mektebî balkişand ser ku civînên Asîtana erkên wê yên destnîşankirî hebûn lê çareseriya siyasî divê bi tenê bi rêka pêvajoya Cinêvê be.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Rûdaw