Encûmena Ewlekariyê ya navdewletî doh pêncşembê tekezî li ser piştgiriya xwe ya tekûz ji tîma komîta vekolînê ya navdewletî ya hevbeş re kir, ya taybet bi lêkolînê di bikaranîna çekên kîmawî de li Sûriyê, di daxuyaniyên ji hêla serokê encûmenê balyoz “Lo Cî” nûnerê Çînê yê herdemî li Netewên Yekbûyî hatibûn dan.
Endamên encûmenê gotin ku giring e kesên destê wan di mijara bikaranîna çekên kîmawî de li Xan Şêxûn di 4 nîsana borî de û li Um Hoş di 15 -16ê Eylûlê de heye bêne sizakirin. “Lo Cî” got ko “endamên Encûmena Ewlekariyê di rûniştina şêwirdariyê ya girtî de, piştgiriya xwe ya tekûz ji tîma komîta vekolînê ya hevbeş navbera Netewên Yekbûyî û rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî re tekez kir”.
Her weha serokê komîta vekolînê ya navdewletî ya derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê Idmond Moliyêt got, ko pêvajoya vekolînên komîtê dikeve bin fişarê ji hin dewletên endam di Encûmenê de, bêyî ko wan bi nav bike. Û diyar kir ko nameyên rasterast û yên ne raserast ji hin dewletan ji komîta wî re tên, ji bo guhertina awayê kar, û eger wek wan nebe, ew encamên ku komît bigihê napejirînin.
Endamê komîtê di raportê de nîgeraniya xwe diyar kir derbarê destêwerdana siyasî di karê komîta vekolînê de, û tê zanîn ku her aliyekî peywendîdar nerînên xwe di vekolînê de bi rengekî cuda dide, da encamên vekolînê bibin cihê baweriya wan.
Moliyên texmîn dike ko vekolînerên navnetewî dê aliyên destê wan di êrêşên li ser Xan Şêxûn û Um Hoş de heye, heta nîveka çêriya pêşî nas bikin, û li bal gelekan tê texmînkirin ko rêjîma Esed li pey êrîşên kîmawî ye, yên ko bûn sedema kuştina bi dehên kesan û birîndarbûna bi sedan.
Navenda belgehkirinê ya binpêkirinên kîmawî li Sûriyê û rêkxistina bergiriya sivîl ya Sûrî û rêkxistina bijîşkî ya Sûrî-Emerîkî, digel komîta peyketina rastiyê ya bi ser rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî ve, daxuyaniyeke hevbeş di derbarê êrîşa Xan Şêxûn de derxistine, têde daxwaz kirin ko vekolînerin navdewletî bi desthilatiyeke tekûz bo vî karî terxan bibin, tako aliyê berpirsiyar di ber bikaranîna gaza Sarîn de destnîşan bikin, û yên tawankarî kirine siza bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans