Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji Civaka Navdewletî û rêkxistinên mafnasiyê kir ko fişarê bidin ser rêjîma Esed, ji bo bihêle vekolînerên navdewletî derbasî zindanên wê bibin, û tawankariyên eşkence û kuştina ku li wir dibe aşkere bikin.
Endamê komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî Hişam Merwa got, rêjîma Esed pabendî bi biryarên navdewletî nekiriye, û bi taybetî ya girêdayî bi berdana girtiyan ve, di dema ko rêkxistinên navdewletî destnîşan dikin ko hejmara girtiyan di zindanên rêjîmê de bêtir ji 250 hezar kesan e.
Merwe bal kêşand ser tiştê ko li zindanên rêjîmê çêdibin û bi taybetî li zindana Seydnaya ya bi zindana sor tê naskirin “tawankariyin li dijî mirovantiyê ne û tawankariyên êşkenceyê ne yên ku nayêne pejirandin û salixê wan nayê dan û ew ji hemû pîvanan dûr in” û daxwaz kir ko li himber wan rawestandineke mafnasiyê ya navdewletî bête kirin.
Rêkxistina lêborîna navdewletî Eminîstî kampaniyek bi navnîşana “sînorekî ji tirsdana di zindanên Sûriyê de deynin” têde ji civaka navdewletî û rêkxistinên mafnasiyê daxwaz kir ko fişarê bidin ser rêjîma Esed ji bo bihêle çavdêrin serbixwe derbasî zindanan bibin yên ko salixê wan bi “hovîtiyê” dan û bihêlin vekolînên serbixwe pêkbînin.
Merwe diyar kir ko tawankariyên mafên mirovan di zindanên rêjîmê de aşkere bûne û êşkencekirin û kuştina bê sedem û ji derveyî yasaya navdewletî ew tawankarî ne, divê mirov li ber wan biraweste, û diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî herdem raportan ji aliyên mafnasiyê yên navdewletî û ji komîta peyketina rastiyê û ji xaça sor re dişîne ji bo tawankarî û binpêkirinên ko rêjîma Esed di derheqê girtiyan de pêk tîne belgeh bikin.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ‘Iqab Yihya tekez kir ko kêşeya girtiyan guhdaneke tekûz ji hêla civaka navdewletî pê nabe û evê yekê hişt ko rêjîma Esed biryarên navdewletî yên ko di nav wan de dosya girtiyan kêşeya bingehîn bû piştguh bike,.
Û got ku Hevbendiya Niştimanî sûr e li se cîbicîkirina biryarên navdewletî û sizakirina kesên ko tawankariyên cengê kirine, her weha divê çarenivîsa girtiyên li cem rêjîmê aşkere bibe û bi giştî bêne berdan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî