Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm, dibîne ku ev kampanya li dijî miletê Sûrî ya li ser malperên hevgihandina civakî li Tirkiyê belav bûye, ji encama dijîtiya hin aliyên opozisyona Tirkiyê yên tundrew e ji penaberên Sûrî re, û ew kirdeyên xortin netêgihiştî ji xwe re delîve dibînin.
Elhekîm di daxuyaniyeke taybet de îro got ku hêzin Tirkî ên tundrew dixwazin kirdeyên hin xortên Sûrî yên tênegihiştî û şaş di şerê xwe yê siyasî de bikar bînin. Bêtir got ko ew hewil didin xelkê sor bikin li dijî miletê ko derd û sosretên cenga ko tawankar Beşar Elesed û hevalbendên wî bi serê miletê Sûrî de anîne dikişînin.
Elhekîm bal kêşand ser ku ew kirde û kirinên hin tundrewan yên ko ne li gora rewişt û pirinsîba miletê Tirkî yê bira ne, dê bandorê bi awayekî nêgatîv li rewşa koçberên Sûrî bike, û tekez kir ko divê “Sûrî rêzê li yasaya Tirkî bigirin û tiştên ji mafê wan bin bikin, û dûrî hemû kirdeyên nebaş bikevin.”
Emîndarê giştî bang da hemû malbatên Sûrî yên li derveyî xaka Sûriyê dijîn û bi taybetî yên li Tirkiyê ko ha ji kirdeyên zarokên xwe hebin û rê bidin ber wan tako rêzê li yasaya welatê mêvandar bigirin û got: “bila nehêlin dijminê miletê Sûrî van kirdeyên takekesî delîve bibînin ji bo pê xizmetê ji rêjîmê re bikin, û navbera xelkê Sûriyê û dewleta mêvandar têk bibin ”.
Elhekîm destnîşan kir ko Hevbendiya Niştimanî dê digel desthilata Tirkiyê hevrêzkariyê bike ji bo vemirandina vî agirî, û daxwaza sizakirina gunehkaran û cîbicîkirina yasaya Tirkiyê derheqê wan de kir.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî