Raporteke mafnasiyê tekez kir ko rêjîma Esed û yên piştgiriya wê dikin kuştar derheqê sivîlan de pêkanîne, tev ko çend agirbest bi çavdêriya aliyin navdewletî çêbûne.
Toreya Sûrî ya mafê mirovan di raporta xwe de anî ziman ko hêzên Esed 61 kuştar ji 188 kuştaran pêkanine, ev kuştarên ko di nîvê sala nuha de li welat çêbûne.
Raporta Toreyê destnîşan kir ko “Hevpeymana navdewletî” ya ko Emerîka serpereştiya wê dike, di ber 58 kuştarên din de berpirsiyar e, hêzên Rûsî 31 kuştar û rêkxistina Daiş 15 kuştar her weha milîtanên Yekîtiya dîmuqrat 4 kuştar pêkanîne, û raportê 14 kuştarên din avêtin ser milê aliyin nediyar.
Li gora raporta toreyê, para Dêra zorê ya herî pir bû ji kuştarên rêjîmê, 15 kuştar lê pêkhatine. Raportê 11 kuştarên din yên li Şamê belgeh kirine û 10 li Idlib û heft kuştar li Hema û Dera û pênc kuştar li Humsê û çar li Helebê û yek Şamê û Reqa çêbûne.
Raportê anî ziman ko hêzên hevpeymana navdewletî 47 kuştar li Reqa û heft li Dêra zorê û du kuştar li Hesekê û yek li Idlib û Helebê pêkanîne, her weha raportê heşt kuştarên ko Daiş li Dêra zorê û şeş li Reqa û yek li Hemayê pêkanîne diyar kirin.
Kuştar bûn sedema kuştina 2025 kesan, 766 ji nav wan zarok bûn û 366 jin bûn, anko 54% ji qurbaniyan jin û zarok in, û raport dibîne ko ev rêjeyeke pir bilind e û nîşaneke ko amanc di piraniya wan kuştaran niştecihên sivîl in.
Toreya Sûrî ya mafê mirovan di raporta xwe ya salane de ya ko bi helkeftina roja cîhanî ya piştgiriya qurbaniyên êşkenceyê, anî ziman ko wê kuştina nêzîk 13hezar girtî ji nav wan 161 zarok û 41 jin bi operasiyonên êşkenceyê di zindanên rêjîmê de ji sala 2011ê ve belgeh kirine.
Toreyê di dawiya raporta xwe de daxwaz ji Rêjîma Esed kir ko pabend be bi derbaskirina hemû rêkxistinên hawarhatinê û yên mafnasiyê û komîta vekolîla navdewletî û rojnamevanan û wan tengav neke, û ji Encûmena Ewlekariyê û dezgehên navdewletî yên bi kêşeyên mafên mirovan peywendîdar in, daxwaz kir ko bi berpirsiyariyên xwe derbarê tiştê li Sûriyê ji tawankarî û binpêkirinan rabin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans