Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm tekez kir ko armanckirina endamên bergiriya sivîl li bajarê Sermîn li gundewarê Idlibê hefteya borî tekez dike ko şoreş bi hemû astan ve amanckirî ye, çimkî rêkxistin karûbarê wê rizgarkirina sivîlan e û ti amancên wê yên siyasî nîn in.
Ev gotin di civîna ko ew û çend endamên desteya siyasî û endamên desteya danûstandinan di rêya Internetê re digel cîgirê birêveberê berevaniya sivîl Munîr Mustefa û birêveberê cîbicîkirinê Husam Helaq civiyan got.
Emîndarê giştî bal kişand ser ko bergiriya sivîl ya Sûrî ya ko beşdarbûnên wê li hemû cihên lê kar dike hene tevî hemû astengiyên ku têne pêşiyê ji bombebaranê û amanckirinê, bêtir got ev mijar “dihêle ko em ji van ciwanan re û yên berî wan û yên di pey wan re birêz birawestin .”
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehre tekez kir ko rewşa nuha li ser hemû dezgehan yên siyasî û sivîl feriz dike ko hûrbîniyê bidine ser amancên hevbeş, dibîne ko bi vê yekê li pêşberî civaka navdewletî”karîna me ji beraberiyên siyasî re û danîna istiratîciyên nerim û vezilok ji bo bigihên amanca xwe” diyar bibe.
Her weha birêveberê bergiriya sivîl Munîr Mustefa got, divê hevkarî digel hemû dezgehên xizmetgozeriyê bibe ji bo xizmeta amancên şoreşa Sûrî û pirinsîbên wê bike.
Birêveberê cîbicîkirinê destnîşan kir ko bergiriya sivîl dê “berdewam be di karê xwe de tako ji rêjîma Esed ya gendel rizgar bibe.” Bêtir got ko ew bi tawankarekî re kar nakin û got ko ew nuha derdê vê tawankariyê dikêşînin.
Helaq diyar kir ko hewildanin hene ji bo dezgehên şoreşê li ber çavan reş bikin, dibîne ko “ev yek li ber çavan diyar bû piştî tiştên ku li navenda bergiriya sivîl li Sermînê û li çend navendên din çêbûn.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî