Wednesday, May 7, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Elherîrî bi Lavrof re Dicive û Dibêje Giringe Biryara 2254ê Cîbicî Bibe û Mosko Pabendiyê bi Wê Bike

January 23, 2018
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
Elherîrî bi Lavrof re Dicive û Dibêje Giringe Biryara 2254ê Cîbicî Bibe û Mosko Pabendiyê bi Wê Bike

Duh duşembê Şanda desteya Sûrî ya danûstandinan bi serokatiya Dr. Nesir Elherîrî bi wezîrê derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov re li paytexta Rûsya Moskoyê civiyan, û digel hev pêşketinên meydanî û siyasî yên dosya Sûrî gotûbêj kirin. 

Lavrov hevdîtin bi xweşhaliya xwe bi dîtina şandê dest pê kir, û diyar kir ko ew li hêviya vê hevdîtina digel şandeke yekgirtî ji rikberiyê re bû, û pesnê bizavên desteyê bo biserxistina operasiyona siyasî li gor biryarên navdewletî da.

Lavrof destnîşan kir ko welatê wî pabend e bi cîbicîkirina tekûz ji biryara navdewletî ya 2254 re bi hemû bendên wê ve, û got ko amanca sereke ya Mosko derbarê operasiyona siyasî piştgiriya operasiyona Cinêvê ye, li jêr sîwana Netewên Yekgirtî ji bo bigehin amanca daxwazkirî.

Dr. Elherîrî spasiya birêz Lavrof kir, û amaje bi giringiya vê hevdîtina digel “aliyekî giring di mijara Sûriyê de” kir, û got ku ev hevdîtin ji bo berjewendiya miletê Sûriyê ye, û ew bercewendî armanca sereke ya hemî bizavên desteyê ye, û ew bercewendî bi pabendiya bi biryarên navdewletî û tevlîbûna operasyona siyasî dest pê dike, û ev hevdîtin ji bo eşkerekirina têkçûna rêjîmê û astengkirina wê ji proseya siyasî re ye .

Elherîrî di hevdîtinê de got : ‘’gava em çareseriya siyasî hildibijêrin ev tê wateya em berevaniya miletê Sûrî li hindir û derve dikin, ko em Sûriyeke azad, dîmuqratî, sivîl û piralî nemezhebî dixwazin, dewleta yasa û ewlehî û aramiyê, ya sivîlan biparêze û peywendiyên wê bi dewletên cîran re baş bin.‘’

Elherîrî di hevdîtina digel Lavrov û nûnerên wezareta berevaniya Rûsî de, giringî da axaftina li ser kêşeya mirovî, û destnîşan kir ko ev mijar di ser danûstandinê re ne, di serî de berdana girtiyan û rakirina dorpêçê ji ser bajar û bajarokên dorpêçkirî, û gihandina alîkariyan bo kesên hewcedar.

Elherîrî li ser daxuyaniya Cinêvê û biryarên di pey re hatine  got ko ew dibêjin ‘’desteyeke desthilatiyê ya veguhêz ‘’ çêbibe bi hemû karûbaran û cihê baweriyê wek ko biryara 2254ê salix dide, ya seqayeke aram û bêlayen amade bike, da Sûrî bi viyana xwe karibin di operasiyona destûrî û hilbijartinên azad li gora pîvanên navdewletî û li jêr çavdêriya Netewên Yekgirtî beşdar bibin.

Elherîrî di mijara şerê tiroristiyê de destnîşan kir ku ‘’ tiroristî dijmina miletê Sûrî ye, ya ko bi dehhezaran kes têkbirin, û êdî divê girêbesteke niştimanî hebe ji bo şerê tiroristiyê bike.‘’  û got ko Sûrî bi artêşa xwe ya azad ve şerê tiroristiyê kirin, û di serî de tiroristiya rêjîma zordar û ya çeteyên tundrew.

Derbarê herêmên kêmkirina şer, Elherîrî bal kişand ser ko ew peyman li ber ba çû û tune bûye, ji ber binpêkirinên rêjîmê û milîtanên Îranî û çeteyên tirorist , û tekez kir ko jiyana miletê Sûrî ji me re pêşinde ye.

Li ser tiştê li Xûta û Idlib çêdibe Elherîrî got ko sê mehên borî ji bombebaran, koçkirin, û dorpêça ko rêjîm û milîtanên wê feriz dike bêhempa ye.

Elherîrî li ser rola Rûsî û tiştê li Sûrî çêdibin axivî û got ku giring e Rûsiya bi imzekirinên xwe pabend be. Û derbarê kongirê Sotşî yê ko wê çêbibe, got ko pêzanînên derketine nezelal in, û bi dehan daxuyanî ji ala û encûmenên xwecihî û partiyên Sûrî derketine vê pingava Rûsî red dikin.

Bal kişand ser ko desteyê li ser zimanê serokê xwe got ew dibîne ko niha çi birayara dawî nastîne beraber kongirê Sotşî heta pêzanînên zelal ên xizmeta pêvajoya siyasî li Cinêvê dikin diyar bibin, û di pey re dê digel şirîkanên xwe yên navdewletî gengeşe bike, û got ku deste bo berjewendiya miletê Sûrî dixebite, û di standina biryaran de li dengê wî guhdarî dike.

Di rûniştina ko çar demjimêran berdewam kir digel wezîrê derve û şanda wezareta derve û ya berevaniyê de, Lavrov bersiva pêşniyazên Dr. Elherîrî da û got ko helwesta Rûsya ne li dijî nerîna desteyê ye beraber cîbicîkirina biryara 2254ê, û got em dixwazin biryar bi tekûzî cîbicî bibe, ne bi şêweyekî bijartinê.

Gengeşe li ser kongirê Sotşî berdewam kir, û nerîn derbarê kongir dûrî hev bûn, û Rûsya got ku em di helwesta desteyê de ya cîbicîkirina tekûz ji biryara 2254ê re têdigehên.

Ji aliyê xwe endamên desteyê li ser komek kêşeyên ko nahêlin rewşa Sûriyê çareser bibe axivîn, û giringtrîn xal divê hêzên biyanî û milîtan ji Sûriyê derkevin.

Herdu aliyan li ser berdewamiya têkiliyên jidil ji bo biserxistina hevdîtinên Viyêna û karakirina pêvajoya Cinêvê li hev kirin, û hemû bizav û çalakiyên siyasî bibin ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji kêşeya Sûrî re.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî Ligel Şanda Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropî li Biroksil Dicive

Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî Ligel Şanda Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropî li Biroksil Dicive

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.