Şanda ENKS’ê bi serokatiya birêz Si’ûd Mela serokê Encûmenê, duhî roja duşemê 22.01.2018, li paytexta Beljîka ligel şanda nivîsîngeha pêwendiyên derve ya Yekîtiya Ewropa bi serokatiya Sîbîl Bêkar berpirsa karubarê rojhilata navîn civiya, û di hevdîtinê de rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa navçeyên kurdî û Efrîn bi taybetî hatin gengeşekirin, û têde şanda ENKS’ê tekezî li ser nerîna xwe ya di daxuyaniya xwe de kir nemaze redkirina her destêwerdaneke leşkerî di Efrînê de, û dibîne ku ev yek wê bibe sedema alozkirina rewşa siyasî bi awayekî mezintir, û her weha derbasbûna artêşa azad li nav navçeyên kurdî wê bibe sedema zêdebûna cudahiyê di navbera kurd û erban de, û ev yek tenê dikeve di xizmeta armancên Rijêmê de, û hevdem wê bibe sedema kuştin û koçberkirina sivîlên ku xwe li navçeyên kurdî yên ku hin aramî lê peyda dibû girtibûn.
Herwiha mijara kongirê Soçî û danustandinên ku niha li Cinêvê dibin hatin gengeşekirin, û şanda ENKS’ê tekez kir ku çi alternativ ji Cinêvê re derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê nîne û diyar kir ku divê her karek bibe bikeve di xizmeta vê yekê de.
Û şanda derve ya Yekîtiya Ewropa ji aliyê xwe ve nîgeraniya xwe li hember êrîşa li ser Efrînê nîşan da û diyar kir ku ew bi nîgeranî vê mijarê dişopînin û got ku ew rê nadin çêbûna bobelateke mirovî ya din, hevdem ku seroka karubarên derve ya Yekîtiya Ewropa Mokrînî wê vê yekê ligel wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa îro roja sêşemê gengeşe bike, û herwiha heftiya bê wê ligel şanda desteya bilind ya danustandinan jî gengeşe bike, û tekez kirin ku Cinêv take pêvajo ye ji bo çareseriya siyasî û ew li hêvî ne ku kongirê Soçî bi encamin erênî derkeve û bibe alîkar bo vê yekê.
Herwiha tekez kirin ku mana ENKS’ê di nav rêzên opozisyona Sûrî de baştir e ji bo hemû aliyan, û divê nakokî bi riya diyalogan çareser bibin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî