Serokê şanda desteya bilind ya danûstandinan Nesir Elherîrî tekez kir ko dem hatiye tako berpirsiyayên tawankariyan li Sûriyê bêne sizakirin, rêjîma Esed di cenga xwe de ya li dijî miletê Sûrî ji şeş salan ve berdewam e.
Elherîrî di kongirekî xwe yê rojnamevanî de got “divê cîhan tevbigere tako binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê rawestîne”, û tekez kir ko ev e dosya dê li danûstandinên nuha bête gengeşekirin.
Ev hat piştî ko Emerîka eşkere kir ko rêjêma Esed “şewatgehek” bo kelaxên girtiyên li zindana Seydnaya piştî wan dikuje çêkiriye.
Berdevkê Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Stîvan Dogrîk got ku Netewên Yekbûyî çend raportên sosret li ser pêkanîna tawankariyên li Sûriyê yên şeş an pênc salên borî de bidest xistine û ew dihêle pirinsîba sizakirinê pir giring û hestiyar be.
Komela giştî ya Netewên Yekbûyî tekez kir ko wan awa û riyên sizakirinê ji yên tawankarî li Sûriyê kirine re danîne.
Tê zanîn ko Rêkxistina lêbûrînê ya navdewletî di sibata borî de raportek derxistibû, ya bi navnîşana “Qesabxana mirovan” tê de li ser Operasiyonên qirkirina komel ya rêbazkirî li zindana Seydnaya ya leşkerî axivîbû, û got ko rêjîma Esed 13hezar kes di pênc salan de di vê zindanê de dardakirine û got ku hêj ev tawankarî berdewam in.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans