Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, di ahenga navendî ya bi boneya bîranîna dehemîn ya şoreşa sûrî li Zanîngeha Helebê ya Azad a li bajarê Ezazê lidar ket, tekez kir ku şoreşa sûrî hîn berdewam e û wê bidome ta armancên gelê sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk bîne.
Û Elherîrî got ku her roj bi dirêjiya dehsalên bûrî baweriya me zêde dibe. Şoreşa me berê û hîn jî bijardeyeke dîrokî ya pêwîst bû bo sûriya û deverê. Zarokên Derayê fitîla şoreşê vêxistin, û ciwanên wê ew amanet hilgirtin, û berpisyariya me jî ew e ku em rêyê bişopînin ta roja azadiyê, û cext kir ku daxwazên gelê sûrî di bidestxistina azadî û dadwerî û demoqrasî û dewleta sivîl de daxwazin rewa ne.
Û bal kişand ser ku dîroka rijêma Esed reş û tarî ye, û tijî komelkujî û serjêkirin e, ji komekujiya Hemayê bigre ta Cisir Şixorê heyanî Helebê ta komelkujiyên ku cîhanê tevî dîtin, yên ku carna di riya weşanên zindî re bû, bi dirêiya deh salan ji cenga vê rijêmê dijî sûriyan.
Û bal kişand ser ku tenê rijêmên stemkar hevalbendên rijêma Esed in li seranserî cîhanê, û got ku her kesê destê alîkariyê bide rijêmê daku wî bi ser bixîne wê pêre noq bibe.
Û dît ku hevalbendên şoreşa sûrî hene lê neamade ne ku bihayên têne xwestin bidin, daku yasaya navdewletî biparêzin, û bergiriyê di ber pirensîpên azadî û dadweriyê de bikin, û tekez kir ku li vir berpisyariya me tê, û divê em kartêkerbûna xwe li pêşiya cîhanê nû bikin, û em karê saziyên xwe xurt bikin, û fişarê li ser aliyên navdewletî bikin daku berpiyariyên xwe hilgirin.
Û Elherîrî li ser rewşa aborî ya xirab li welêt û derdeseriyên sûriyan û çawa rijêm bû sedema rûxandina aboriya Sûriyê axivî, û got: Ji dema ku rijêm hatiye ser desthilatê, rêyên jiyana sûriyan teng dike, û ji destpêka şoreşê de dorpêçkirin û birçîkirin weke çekekî dijî zarok û pîran û kesên lewaz bikar tîne, daku vîna rizgariyê û şoreşê li bal sûriyan bikuje. Û rijêmê jêderên abûriya dewletê di biçekkirina milîsan de xerc kir, û nandoz û dagîrker anîn welêt.
Û Elherîrî tekez kir ku rijêm îro çekê birçîkirinê dijî xelkê me yên li deverên di bin kontirola rijêma terrorist de dijîn bikar tîne, her weha dijî alîgirên xwe jî, daku wan weke amûreke siyasî di nav civaka navdewletî de bikar bîne.
Û Elherîrî bal kişand ser ku sizayên navdewletî serokê çeteyan û tewanbarên wî û amûrên ewlekarî armanc dikin, û ew nêzî gelê sûriyê nabin, û alîkariyên mirovahî derveyî sizayê ne, û tewanbar Beşar bi zimanê xwe bi vê yekê mukur hatiye, û gotiye ku aloziya aborî ne ji ber sizayên navdewletî ye lê bi sedema derxistina pereyan ji sûriyê berve libnanê ye, û Elherîrî got ku çete niha li xwe haydar bûne, mezinên dizan ji çeteyên rijêmê, dest bi revandina tişt û pereyên dizîne berve derve kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî