Serokê desteya bilin ya danustandinan a rikneriya Sûrî, Nesir Elherîr, dît ku barê berpirsyaretiya cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê û nemaze herdu biryarên 2118 û 2254 dikeve li ser mile Çînê, ji ber ku Çîn endamekî hertimî yê encûmena ewlekariyê ye.
Elherîrî îro roja înê û di hevdîtinekê de ligel şanderê Çînê yê fayilê Sûriyê Şiyaw Yan, tekez kir ku opozisyona Sûrî ji bo beşdarîkirina danustandinên jidil û rasterast ligel rijêma Esed, bi yek şandê hatiye Cenêvê, ji bo tevlîbûna piroseya danustandinan.
Herwiha Elherîrî diyar kir ku şanda desteya danustandinê bi boçûn û stratîjiyek xuya hatiye.
Ji aliyê xwe ve, şanderê Çînê, dilxweşiya xwe nîşan da ji berheviya şanda desteyê bo tevlîbûna danustandinên rasterast ligel Rijêmê, û piştgiriya xwe ji bo amadekariyên piroseya siyasî ya niha dupat kir.
Û bal kişand ser giringiya berdewamiya bi erênî di geşta niha ya danustandinan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî