Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Nesir Elherîrî, nameyek ji serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Wezareta Derve ya Tirkiyê re şand, tê de pîrozbahiya wan bi Roja Demoqrasiyê û Yekîtiya Niştimanî kir, ji ber ku îsal bîranîna çaremîn ya 15 tîrmrhê ye.
Elherîrî hêvî kir ku xweda Tirkiyê, welatê xêr û aramiyê, biparêze, û aramî û ewlehî û pêşketin û geşbûnê lê berdewam bihêle, Tirkiya ku mêvandariya yek ji pêncan ji hejmara gelê Sûriyê kiriye, û piştevaniya kêşeya wan û armancên wan ên rewa di rûmet û azadiyê de kiriye.
Û Elherîrî di nameya xwe de got: “Tevaya cîhanê bi guhdan karvedana gelê Tirkiyê yê gewre ji bo berevaniya di ber nirxên azadî û wekhevî û biratiyê de di riya hişyariyeke giştî ya aştyane di kêlîkin pir hestyar de ku çarenûsa welatê wan destnîşan dikir û pir bi dijwarî derbas bûn, dîtin.”
Elherîrî spasiya gel û desthilata Tirkiyê kir li ser piştgiriya mezin ji şoreşa Sûriyê re, û got: “Em herdem, sertaserî şoreşa Sûrî vê helwesta gewre dibînin.”
Herweha got ku Hevbendî şahnaziyê dike ku wê têkiliyên xwe bi Tirkiyê re parastine ji aliyê hevparî û dostaniya berdewam de.
Û amaje kir ku “Em îro serbilin in ku em bi we re ahengê bi van nirxên payebilind dikin, û em tekeziyê li ser berdewamiya kar û hevrêzkariyê bi we re dikin, ji bo dijîtiya tevaya rêxistinên terrorist û cudaxwaz, ji bo Sûriyeke azad û ewle û pêşketî ji tevaya Sûriyan re.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî