Serokê şanda desteya bilind ya danustandinan Nesir Elherîrî, duh, li dawiya gera 6 ya danustandinên Cinêvê de got ku pêwîst e herkes bizanibe ku dijberiya terorê ligel mana Esed xeyal e, û daxwaza pêkanîna veguhestina siyasî libin sîbera NY de kir, û daxwaza dadgehkirina rijêma Îranê li ser destêwerdana wê di karubarên Sûriya de kir.
Elherîrî di kongirekî rojnamevanî de got ku bizavên dijberiya terorê û rawestandina destêwerdanên Îranê dikevin di rajeya gelê Sûriyê de, û bal kişand ku Îran dewletek xwînmij e û milîsên wê bi pêkanîna komkujiyan de di derheqê xelkê Sûriyê radibin, û hevdem daxwaza dadgehkirina Îranê kir li ser pêkanîna tawanên şer li Sûriyê.
Elherîrî bal kişand ku wan di civîna dawiyê de yadeştnameyek derbarê xirabiya rola Îranê di Sûriyê û navçeyê de ji Stîvan Dî Mestora re pêşkêş kir, û tekez kir ku Îran dewletek xwînmij e û bi awayekî nerewa destêwerdanê dike, û bi hezaran çete û terorîst ji hizibulaha Libnanê û Îraqê û Sûriyê û milîsên mezhebperist ji aliyê wê hatine belavkirin, û bi kiryarên kuştinê û tawanên şer li Sûriyê radibin “.
Elherîrî got ku Îran ” bi pêkanîna gelek tawan û komelkujiyan radibe, bi taybetî li dijî sivîlan di çarçovê pirojeyê xwe yê mezhebî û netewperistî yê berfirehkirina xaka di destê xwe de, netenê li Sûriyê lê herwiha li navçeyê bi tevahî, bi bikaranîna gotareke mezhebî ya li ser belavkirina tundutîjî û mehzebperistiyê.
Û Elherîrî derbarê berepêkên Rijêmê, diyar kir ku gengeşeyên şanda opozisyonê li ser desteya hikumraniya veguhêz heta radeyek baş erênî bûn, hevdem ku gengeşeya her tiştî ji aliyê rijêma Esed dihat redkirin, û got ku Rijêm nakeve di hîç piroseyek siyasî de, ji ber ku Rijêm ne di xema dayîk û zarokên Sûriyê de ye, ew di xema mana xwe li ser desthilatê de ye, û ji bo vê yekê ew amade ye sercem parêzgeh û pêkhateyên Sûriyê ji nexşê diniyayê rabike û hîç arîşeyek li rex nîne heger tevaya dewletên cîhanê derbasî welat bibin.
Elherîrî got ku hîç rastgoyiya rêjîmê nîne derbarê dîtina çareseriya siyasî, herwiha Elherîrî hin pêzanîn dan derbarê kûrgeheka din ya şewitandina terman li ser destê rijêmê di baregeha hewlegeriya esmanî de li Helebê, û herwiha got ku DAIŞ berdewam e di pêkanîna tawanan de bi hemahengiya ligel rijêma Esed.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya