Serokê desteya Sûrî ya danûstandinan Nesir Elherîrî hişyarî da û got ku jidestdana Idlibê dê pirosesa siyasî têk bide, berî ko dest pê bibe, û destnîşan kir ko rêjîma Beşar Elesed dixwaze bi gurkirina şer ji pirosesa siyasî bireve.
Elherîrî di hevpeyivînekê de digel acansa Enadol ya Tirkî ko evro duşembê belav bûye got: ‘’ her ko operasiyona siyasî nêzîk dibe rêjîm agir gur dike.‘’ û her weha got: ‘’pêşveçûnên neyênî li ser xakê bandorek neyênî li pirosesa siyasî dikin. ‘’
Elherîrî tekez kir ko têwerdana Rûsya ya leşkerî li Sûriyê sala 2015ê; piştgirî ye ji rêjîmê re, tako rewşê bi riya leşkerî çareser bike, lê ew hisab li ser xakê pêk nehatiye.
Destnîşan kir ko ‘’li hemû herêmên kêmkirina şerî behaneya rêjîmê rêkxistinên tiroristî in, û her weha li Idlibê jî komên sivîlan û jêrxanan bi mebest amanc dike, ko firokên cengê û yên perwane û topa giran, û siyaseta xaksotinê bikar tîne. ‘’
Her weha got: ‘’Bobelat ji salixdanê mezintir e, bi sedhezaran derbiderên ko ji malên xwe derketine, hin ji wan cara duyê ye, di rewşeke xerab de dijîn, û bal kişand ser ko ev lidijî ramana çareserkirina siyasî û daxwaza vegera penaberan in. ‘’
Elherîrî derbarê dosya girtiyan got: ‘’Hejmara girtiyan li Sûriyê nêzîk 300 hezarî ye, û hejmara rastî tenê yên ew girtine dizanin, ev di zindanên rêjîmê yên aşkere û veşirtî de ne , û binpêkirin ji riswakirin û êşkencedanê û heta bi kuştinê derheqê wan de pêk hatine ‘’
Elherîrî di hevpeyivîna xwe de anî ziman ku heya nuha çi pêşveçûn di dosya girtiyan de çênebûye, û em bi pirinsîba “yek himber yekî” nakin, ji ber bi hev re nayên pîvan, û divê girtî bêne berdan.
Derbarê komîta destûrî Elherîrî anî ziman ku ‘’hemû aliyan li ser daxuyaniya Cinêvê 2012 û biryara 3354 (2015) li hev kirine , û lihevkirin heye ko komîta destûrî ne hemû çareseriya siyasî ye, lê dergehê pirosesa siyasî ye.‘’
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî