Hêz û milîtanên Îranî ên tirorist yên ko hevkariya rêjîma Esed dikin, di pêkanîna tawankariyên rojane derheqê sivîlan berdewam in, û rêkxistineke Filestînî ya mafnasiyê tekez kir ko ew hêz berpirsiyarên bombebarana kampa Elneyreb ya filestiyan li Helebê ne.
Koma kar ya ji bo Filestîniyên Sûriyê di raporteke xwe de anî ziman ko encamên vekolînan tekez dikin ko hêzên Îranî yên li bargeha lîwayê 80 yê nêzîkî firokxaneya Helebê ya navdewletî bicih dibin kamp amanc kirine, û di encamê de hejmarek sivîl hatine kuştin û birîndar bûne, neh şehîd ji wan filestînî ne.
Guleyên mûşekan bi ser kampa Elneyreb û taxa Elcemîliyê de roja sêşembê 15 gulanê hatine xwarê, di encamê de 11 kes şehîd ketine û 17 birîndar bûne, piraniya wan jin û zarok in.
Acansa Xos û kardana Filestîniyan Onrawa got ku di dema malbatan karê xwe û fitora remezanê dikir êrîşa li ser kampê pêk hat, destnîşan kir ko ‘’ kirdeyên dijminkarî li ser kampê berdewam in , û ewlehî ji ber êrîşan têkçûyî ye, û vê onrawa neçar kir ko her şeş dibistanên ko wan birêve dibe li hindir kampê rawestîne ko evê jî bandor li 3 hezar zarok kir. ‘’
Kampa Elneyreb 13 km rojhelatê Helebê ye û ew bêtir ji hemû kampên filestînî bi niştecihan dagirtî ye, dora 18 hezar sivîlî tê de heye, ko ewan jî ziyanên salên bûrî bi astine corbicor dîtine.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî