Serokê şanda Desteya Bilind Ya Danûstandinan li Cinêvê Nesir Elherîrî amaje kir ko “gengeşeyeke kûr” di nav me û şandyarê navdewletî Stîvan Dî Mistora li ser veguhastina siyasî dibe. Û tekez kir ko “opozisyon dê gotûbêjên xwe berdewam bike, eger Netewên Yekbûyî û şandyarê navdewletî jidil bin û dixwazin bigihên çareserkirina siyasî.”
Di kongirekî rojnamevanî de li Cinêvê, piştî hevdîtina wan li gel navgîniyê navdewletî li bargehê Netewên Yekbûyî got: “veguhastina siyasî giringtirîn hêviya miletê Sûrî ye, yê ko qelenekî buha daye”. Û dibîne ko “tenê civaka navdewletî şirîkê me ye di operasiyona siyasî de”, û “veguhastina siyasî kilîta hêminî û aramiya Sûriyê ye, û ew çareserî ye di beraberiya tiroristiyê de li Sûriyê û herêmê bi tevayî”.
Di heman çaxî de serokê şanda desteya bilind tekez kir ko “ew hêjî negihane ecindeyin xuya ji bo operasiyona siyasî, û heta nuha danûstandinên rasterast bi rêjîmê re nîn in”, û bal kêşand ser ko rêjîm tektîkên xwe dike ji bo operasiyona siyasî têk bide.
Û dibîne ko “guhdana rêjîmê bi cenga dijî tiroristiyê tenê bi ziman e”, wek nimûne; rêjîm cihên artêşa azad bombebaran dike, di dema ko artêşa azad li wir beraberiya Daişê dike, her weha behsa zordariyên rêjîmê li herêma Mizêrîb li Der’ayê kir.
Di vê mijarê de Elherîrî diyar kir ko, îro çarşembê, wê şande digel cîgirê wezîrê derve yê Rûsî Gînadî Gatîlov bicive, ji bo mijara agirbestê û kêşeyên mirovî, nexasim di vê têkçûna rewşê de li gelek herêmên Sûriyê bi taybetî li Xûta rojhilat, her weha wê bizavên piştgiya operasiyona siyasî gengeşe bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî