Serokê komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Heysem Elmalih, diyar kir ku dadgeha tawanên navdewletî dozgeriya tawanbarkirinê ya li dijî rijêma Esed ji ber encamdana wî ji tawanên şer û yên dijemirov re pejirand.
Elmalih balkişand ku komîta yasayî dozgeriyek li dijî Bişar Esed û birayê wî Mahir û çend efserên leşkerî û berpirsên ewlehiyê ku hejmara wan digehêje derdora 126 kesan li dawiya heyva adarê ji nivîsîngeha tomarkirinê û nivîsîngeha dozgeriyê ya dadgeha tawanên navdewletî re pêşkêş kiribû.
Elmalih xuya kir ku nivînîngeha dozgeriyê ew doz ji aliyê “şêweyê wergirtina dozan” ve pesind kir û hat tomarkirin di dadgeha tawanên navdewletî de, û got niha “em li hêviya qebûlkirina dozgeriyê ne ku dest bi dawetkirina tometbaran bête kirin û lêpirsîn ligel wan bibe”, û Elmalih balkişand ku pesindkirina dozgeriyê “tişteke giring e” ji bo tekûzkirina fayilê dadgehkirina encamdarên tawanan li Sûriyê, hevdem daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi rijdî serederiyê ligel vî fayilî bikin ji bo dîtina çareseriyek dadmend, û tekez kir ku tawanên şer yên hovane bi destê rijêma Esed û efserên artêşê û yên hewalgeriyê di derheqê gelê Sûriyê de hatine encamdan, û ew sedema serekî bûn ji bo peydabûna girûpên terorîst mîna milîsên hizibulah û milîsên tayifeperist yên ser bi pasdarên Îranê û DAIŞ û Elqaiy’dê ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî