Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh di hevpeyvînekê de ligel Royterz li seraya serokatiyê li Enqera ragihand û got: ku “tu rê ji bo çareserkirina hevrikiya li Sûriyê peyda nabe bi mana Bişar Esed li ser desthilatê“.
Erdogan diyar kir ku serokê Rûsiya ew agihdar kiriye ku ew wek kesayetî ne pabend e bi mana Bişar Esed.
Serokê Tirkiyê got ku “Esed nabe navunîşanê tu çareseriyeke çaverêkirî li Sûriyê, û got: ta ku Esed li ser desthilatê be, ticarî çareserî li Sûriyê peyda nabe “.
Erdogan balkişand ku Bişar Esed “bi tank û top û bermîlên teqîner û bi çekên kêmyayî û firokên şer êrîşî gelê xwe dike”, û pirsyar kir û got: hûn bawer dikin ku Esed dikare çareseriyê li Sûriyê peyda bike؟
Erdogan balkişand ku “Esed bi sed hezaran kuştine, û bi sedema şerê wî yê li dijî gelê Sûriyê, niha li Tirkiyê 3 milyon penaber hene, û nêzîkî 1.5 penaber li Libnanê û milyonek li Urdinê hene, ku hemû ji ber zodariya Rijêmê ji welatê xwe koçber bûne“.
Erdogan tekez kir ku Esed ew berpirsyarê sereke ye di bobelata gelê Sûriyê de û got: em ji niha û pêve nikarin li ser çareseriyê biaxêvin û Esed li ser desthilatê ye, ji ber ku hemû bizavên me wê bêhûde bin, lewra divê em rê bidin gelê Sûriyê ji bo helbijartina serokê xwe“.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat